‘Yekîtiya gelê Kurd girîng e’

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê  û navçeyên wê sersaxî ji malbatên 14 şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya kurdan.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî li herêma Dêrikê serdana konê sersaxiyê ku li navenda şehîd Bawer a Dêrikê hatiye vedan, kirin û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.

Navên şehîdan ev in: Abdulselam Hesen(Harûn Çiya), Sefqan Musa(Sefqan Dêrik), Masûm Macid(Botan), Malik Mihemed(Botan Cîger), Sebrî Abdulrehman(Xebat Dêrik), Basil Şiwêş(Mîtan Qehreman), Îbrahîm Hesen(Egîd Dêrik), Ridwan Mihemed(Kortay Amed), Rohlat Ternisa(Şehran Melikşah, Cîhan Atîk(Bahoz), Ozga Eydin(Cirin Konîş), Umer Fertîna(Yasîn Eydin,Gozal Altonoz(Aynûr Ada) û sivîlê bi navê Serxwbûn Elî ku dewriya artêşa Tirk li gundê Sermimsax a navçeya Girkê Legê pêlê kir û gihaşt asta şehadetê.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Cîgir axivî û sersaxî ji malbatên şerhîdan, şervanên di çeperên şer de re xwest û soza bilindkirina asta berxwedan û têkoşînê heta serkeftina Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Zelal Cîgir wiha axaftina xwe dewam kir: “Berxwedana Rûmetê mehek li pey xwe hişt, Berxwedana Rûmetê komplo û planên li dijî gelan vala derxistin, rêxistinên faşît nizanin ku gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, temen çiqasî giran be, ew ê radest nebin, ji ber di oxira parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, bi hezaran şehîd feda kirine. Di heman demê de piştgirtiya gelan ji QSD`ê re hebûna cîhanê, siyaset navdewltî hejand û doza kurdî gihand civaka navdewletî.”

Zelal Cîgir di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên siyasî kir, ku di vê pêngava hesas de ku gelê Kurd têre derbas dibin yekîtiya xwe ava bikin.

Her wiha ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê, Kongreya Star, hêzên leşkerî û Meclisa Herêma Dêrikê axaftin hatin kirin.

Axîveran bal kişandin ser girîngiya yekîtiyê, bilindkirina asta berxwedan û têkoşînê û şopdariya rêya şehîdan.

Piştî merasîm bi dawî bû, wesîqetên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din