Yekîtiya Ewropa:Êrîşên dewleta Tirk gefan li ewlehiya Ewropa dixwe û divê werin rawestin

Îro Yekîtiya Ewropa(YE)ragihand, ku êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê dide DAIŞ`ê û gefan li ewlehiya Ewropayê dixwe, ji ber vê yekê divê êrîşên li ser Sûriyê  rawestîne û divê dewleta Tirk hêzên xwe vekişîne û rêz ji pîvanên navdewletî re bigire.

Serokê Yekîtiya Ewropa Donald Tusk got, ku ew êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, her wiha heta kesên ku nabînin jî baweriya wan bi hevpeymana agirbestê nayê.

Her wiha ser navê komka herî mezin a perlementerê Ewropa serokê koma Partiya Gelên Ewropa Manfredini Faubert ragihand, ku dive li ser dewleta dewleta Tirk cezayên aborî yên di encama dijminahiya xwe de, werin ferizkirin.

Her wiha serokê koma Çepên Yekîtiya Ewropa ragihandin ku divê Ewropa îtîrafê bi xweseriya  gelê Kurd bikin.

(eh) 


Mijarên Din