Yekîtiya Cotkaran a Reqayê: Tirkiye bi rêya jêdera quta gelan şerê wan dike

Cotkarên Reqayê ji ber ku warê çandiniyê di çend mehên dawîn de paşde çûye, ditirsin bi taybet ji ber ku asta ava çemê Firatê bi awayekî mezin kêm bûye.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiyê bi rêya jêdera quta şêniyan şerê gelê Sûriyê dike û desteka komên çekdar dike. Tirkiyê bi komkirina ava çemê Firatê li paş bendavên xwe lihevkirinên navdewletî yên girêdayî parvekirina ava navdewletî binpê dike.

Endamê Yekîtiya Cotkaran a Reqayê Ebdulhemîd El-Alî ji ANHA`yê re axivî û got: “Destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiyê herikîna ava çemê Firatê kêm dike. Lê îsal gihaşt asta herî kêm. Tirkiyê bi vê yekê mîna ku şerê aborî li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye. Tirkiyê herikîna çemê Firatê yê ku wek damara jiyanê ji şêniyên herêmê re tê hesibandin, qut dike.

Ji wê zêdetir hilweşîna aboriya Sûriyê li gel hilweşîna nirxa lîreya Sûriyê, hikumeta Tirkiyê şerê gelê Sûriyê di jêdera quta wî û aboriya wî dike. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Sûriyê wek pakêta xwarinê tê hesibandin.

Li gorî lihevkirina ku di navbera Sûriyê û Tirkiyê de di sala 1987`an de hatiye mohrkirin, divê Sûriyê di her saniyekê de 500 milyon m2 ji ava çemê Firatê bidest bixe. Lê Tirkiyê ji zêdetirî du mehan ve asta herikîna ava çemê Firatê bi rêjeya ji sedî 70 kêm kiriye. Ev ne cara yekemîn e ku Tirkiyê wisa dike, lê ev êrişa herî dijwar e. Ev jî bi awayekî neyînî bandor li derxistina kehrebeyê bi rêya bendavan kir. Her wiha bandor li projeyên avdanê jî kir."

El-Elî got: "Îro ava çemê Firatê bi  rêjeyek mezin kêm bûye. Ev tişt metirsiyan li cem me çêde û dê bi awayekî neyînî bandor li çandiniyê bike. Ji ber ku bi rêjeya ji sedî 80 ji şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê peyda dike. Her wiha dê bandor li sewalvanî û masîvanî bike."

El-Elî di dawiyê de got: "Tirkiye dema di şerê leşkerî de bi ser nakeve, berê xwe dide şerê aborî. Divê rêxistinên civaka navdewletî û NY`î bi lez mudexele bikin û rê li pêşiya sûcên hikumeta Tirkiyê li dijî herêmê bigirin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din