​​​​​​​‘Yekîtî dê çarenûsa Kurdan diyar bike û mafên wan biparêze‘

Siyasetmedarên Kurd gotin: “Yekîtiya netewî ya Kurd dê çarenûsa Kurdan diyar bike û li Kurdistan û derveyî welat dê mafê wan biparêze.”

Da ku senaryoyên berê ji binpêkirin û komkujiyan li dijî gelê Kurd dûbare nebin banga avakirina yekîtiya netewî bilind dibe.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd - Sûriyê Nîhad Ehmed got: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demek hesas re derbas dibe. Li gel aloziya ku ev 9 sal in Sûriye tê re derbas dibe di navbera partiyên kurdî de jî nakokî hene. Hewldanên dîtina çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re hene, bi taybet ji bo herêmên Kurdan. Ji ber vê yekê heger yekîtî pêk were dê bandoreke baş li vê çareseriyê bike.”

Ehmed di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku yekîtiya kurdî dê roleke mezin û sereke di diyarkirina çarensûsa Kurdan di mijara Sûriyê de bilîze. Ehmed got: “Heger nêrîna siyasî ya Kurdan bibe yek wê Kurd bikaribin rolekê di çareseriya siyasî ya Sûriyê de bilîzin. Dê ev yek dawî li şer bîne.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd – Sûriyê anî ziman ku yekîtî dê sînorekî ji planên mêtingerî yên Tirkiyê re deyne.

Siyasetmedar Derwîş Kerio îşaret bi girîngiya avakirian yekîtiya kurdî kir û got: "Diviyabû ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve yekîtiya Kurdan hatiba avakirin. Da ku nêrîneke kurdî diyar û çarçoveyek ji bo parastina Kurdan ên hundir û derveyî welat ava bibe."

Kerio diyar kir ku armanca yekîtiyê ew e ku dawî li hincetên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Kurdan bîne, her wiha dê ji Tirkiyê re bibe peyamek zelal. Derwîş Kerio got: “Yekîtiya aliyên siyasî wê yekîtiya gel jî pêk bîne. Cûdekarî û partiyetî ji holê rake, wekî din dê çarenûsa Kurdan diyar bike.”

Derwîş Kerio di dawiya axaftina xwe de got: "Pêwîstiya gel bi yekîtiya netewî heye da ku dawî li nakokiyên ku li herêmê rû didin bîne û mafên Kurdan çi li Sûriyê an deverek din be biparêze. Her wiha deng û daxwazên gelê Kurd bighîne raya giştî."

ANHA


Mijarên Din