Yekitiya Werzîşê ya Minbicê werzîşa rakirina giraniyê bi pêş dixe

Yekitiya Werzîşê ya Minbic û Gundewarên Wê hewl dide werzîşvanên li ser werzîşa rakirina giraniyê di bin çavdêriya şampiyonê navneteweyî yê berê Mistefa Rimo de perwerde bike.

Yekitiya Werzîşê ya Minbic û Gundewarên Wê hola werzîşên takekesî di Nîsana 2018`an de vekir. Yekitiyê koç û şampiyonê navneteweyî yê berê Mistefa Rimo hilbijart da ku tevahiya beşên civakê; zarok û ciwanan perwerde bike. Ji bo vê jî hola li rex geraca Cerablusê ya li navenda bajêr hate diyarkirin. Tevî wê jî perwerde di Kluba Ebû Eyûb a werzîşê de tê dayîn. Hol û Kluba Ebû Eyûb tekane cihê perwerdekirinê yê li ser werzîşa rakirina giraniyê (halter) ne.

Perwerde di tevahiya rojên hefteyê de ji bilî roja Înê di hola werzîşên takekesî de tê dayîn. Ji saet 18.00’an heya 21:00`an tê dayîn. Kesên ku dikarin beşdar bibin, di navbera 10-18 saliyê de ne. Pîvanên giraniyê yên ku kesên temenên wan di navbera 10-12 saliyê de 60 kg, yên di navbera 13-15 saliyê de 70 kg û yên di navbera 16 û 18 saliyê de 80 kg e.

Endamê rêveberiya Yekitiya Werzîşê yê rakirina giraniyê Mistefa Rimo destnîşan kir ku werzîşa rakirina giraniyê ji zêdetirî 30 salan ve belav bûye. Gelek werzîşvanên li welatên Ereban, parzemîna Asyayê di vê werzîşê de bûn şampiyon.

Mistefa Rimo yê ku di sala 2014’an de bawernameya navneteweyî di perwerdekirina vê werzîşê de wergirtiye, werzîşvanên Minbic û gundewarên wê perwerde dike û wan amade dike da ku beşdarî pêşbaziyan bibin.

Koç Mistefa Rimo li asta welatê Ereban xelat wergirtine; şampiyonê Ereban sala 2003`yan li Urdinê, şampiyonê klubên erebî yên ku li Sûriyê li dar ketiye sala 2006`an, şampiyonê Ereban sala 2008`an a Lîbyayê, şampiyonê Ereban sala 2010`an û şampiyonê Ereban sala 2011`an.

Her wiha Rimo gelek xelat li ser asta parzemîna Asya û Deryaya Spî wergirtine jê; şampiyonê rojavayê Asyayê 2005`an, şampiyonê klubên asyayî sala 2007`an, şampiyonê Deryaya Spî sala 2009`an a Îtalyayê, şampiyonê Asyayê sala 2012`an a Taylandê û şampiyonê Deryaya Spî sala 2013`an.

Mistefa Rimo di dawiyê de got: "Em bi hemû keda xwe ji bo perwerdekirina ciwanên Minbicê û gundewarên wê ji tevahiya çînan kar dikin da ku tev li turnuvayan bibin û bi ser bikevin." 

Perwerdeya li ser werzîşa rakirina giraniyê di hola werzîşên takekesî de bê pere didome. Her wiha koç Mistefa Rimo perwerde li kluba Ebû Eyûb jî dide. Tevî wê jî werzîşvanan ji bo her turnuvayekê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade dike.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din