Yekitiya Suryan: Lihevkirin erênî ye û destpêka çareseriya siyasî ye

Partiya Yekitiya Suryan diyar kir ku serkeftina lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de bi piştgiriya Rûsyayê ya belavkirina hêzên rejîmê li seranserî sînorê Sûriyê, derfetê li pêş diyalogê der barê xebatên siyasî û rêveberî de di navbera her du aliyan de vedike.

Partiya Yekitiya Suryan bi daxuyaniyekê ev tişt diyar kir:

"Partiya Yekitiya Suryan bi rêya daxuyanî û nameyên xwe yên ji dewlet û rêxistinên pêwendîdar ên der barê rewşa Sûriyê de şandin ku pêkanîna gef û destwerdana leşkerî ya Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe bikin. Ji ber ku dê bi xwe re karesat û felaketên mirovî li ser tevahî gelên Sûriyê bîne û kedên navdewletî yên bi armanca aramî û çareseriya siyasî taloq bike.

Tişta ku serokkomarê Tirkiyê dixwest bikira, kir û ew jî tevî tevahî cîhan li dijî destwerdana leşkerî bû. Êdî tevahî cîhan li şerê barbarî yê ji hêla artêşa Tirk ve bi tevahî çekên xwe û komên terorî yên tundraw pêk tê, çavdêr e. Komkujiyan bi mafên sivîlan de pêk tîne. Bi hezaran şêniyên sivîl ji gund û bajarên wan neçarî koçberiyê kirin. Dijminatiya Tirkiyê bandora xwe li ser tevahî pêkhateyên herêmê heye. Jê jî gelê Suryan, Aşûr û Kildan ku li tevahî gundên li ser sînor in. Ji ber topbarana li ser sînor bi hezaran koçber bûn.

Partiya Yekitiya Suryan her tim bang li çareseriya aştî, siyasî û lihevkirina di navbera tevahî aliyên Sûriyê de dikir û sînorek ji vê aloziya dijwar re ku Sûriyê vegerandiye qada şer û tesfiyekirina hesabên herêmî û navdewletî re deynin.

Der barê projeya Rêveberiya Xweser de ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye damezirandin, her tim hewl dida diyalogan bi Şamê re aktîf bike da ku bigihîje destûreke nû ya demokratîk ku bi tevahî pêkhateyan û mafên wan itîraf dike. Di vî warî de bi encama berdewama şer û wêrankirinê ji hêla dewleta Tirk û dagirkirina xaka Sûriyê ve, lihevkirinek di navbera rejîma Sûriyê û Rêvberiya Xweser de bi sponseriya Rûsyayê çêbû ku berpirsyariya wê parastina seranserî sînor e. Dema ku lihevkirina leşkerî bi ser ket, dê berê xwe bidin diyalogên xebatên siyasî û rêveberiya di navbera her du aliyan de. Ev lihevkirin, erênî ye û destpêka çareseriya aloziya Sûriyê ye.

Em ê heta pêkanîna armancên xwe yên avakirina Sûriyeke demokratîk û xurt tê bikoşin."

(fr)


Mijarên Din