Yekitiya Suryan: Komîteya destûrî siyasî û kêm e

Partiya Yekitiya Sûriyan got "Dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteye destûrî ne dûrxistina pêkhateyekî yanî jî partiyekê ye. Lê belê dûrxistina îradeya hêzên aktîf ên li ser erdê û projeya wan a demokratîk e. Di heman demê de paşguhkirina rola û destkeftiyên mezin ên Rêveberiya Xweser e, bi taybet şerê wan ên tinekirina DAIŞ‘ê ye."

Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan bi boneya salvegera 14 an damezirandina partiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyê di 1‘ê Cotmeha 2005‘an de wekî bersivdayînekê ji rewşa tarî û ya bi êş a li ser gelê Sûriyê re di nava de gelê Suryan, Asur û Kildan hate avakirin. Ev gelanan ji mafên xwe yê netewî bê par hatibû hiştin, li dijî wan siyasetên plankirî hat meşandin, di encamê de taybetmendiyên xwe yên çandî, netewî winda kir û ji welatê xwe hatibûn dûrxistin.

Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan anî ziman ku partiyê li dijî vê rewşê hemû hêza xwe ji bo pêkanîna armancên xwe yên niştimanî û netewî, veguhestina Sûriyê ji rewşa desthilatdar, şofonî, ya yek alî, yek partî, yek netew û yek ziman ber bi guhertina demokrasiyê bi kar bîne. Her wiha mafên gelê Suryan Asur di çarçoveya destûra Sûriyeke nû de mîsoger bike.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin "Salvegera 14‘emîn a partiya me tê, lê Sûriyê ji 8 salan ve di nava şer, aloz, destwerdanên herêmî, navdewletî de ye.  Hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo pêkanîna aştiyê li Sûriyê û veguhestina siyasî ji ber îsrara hêzên bi nakok li ser biryara xwe têk çûn."

Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan bal kişand ser  komîteya destûrî ya ji aliyê garantorên Astanayê (Rûsya, Tirkiyê û Îranê) ve hate avakirin û got, "Ev komîte kêm e û siyasî ye, em nabînin ku dê karibe armanc û hêviyên gelê Sûriyê bi cih bîne, an jî destûrekê deyne ku bibe gaveke ber bi guhertina siyasî demokratîk ve bavêje, lê belê dê parçebûna Sûriyê kûr bike, di encamê de ji çareseriya siyasî ya tê xwestin bêtir dûr bixe."

Di daxuyaniyê de îşaret bi dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî û wiha domand: "Em dibînin ku dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteye destûrî ne dûrxistina pêkhateyekê yanî jî partiyekê ye. Lê belê dûrxistina îradeya hêzên aktîf ên li ser erdê û projeya wan a demokratîk e. Di heman demê de paşguhkirina rola û destkeftiyên mezin ên Rêveberiya Xweser e, bi taybet şerê wan ên tinekirina DAIŞ‘ê li herêmên rojhilatê Firatê ye.  Hemû hewldanên paşguhkirina me ji destpêka kongreyên Cinêvê ve hêz û israra me ya parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdên me yên leheng hatin bidestxistin, zêde dibe."

Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan di dawiya daxuyaniyê de got: " Di asta neteweyî de, Partiya Yekitiya Suryanî hewl dide ku nasnameya gelê me yên Suryanî-Asûrî li Sûriyê nas bike û mafên wê yên rewa du destûrê bi cih bîne.  Ji ber ku mîsogerkirina mafê wê di desûrê de garantiya mîsogeriya berdewama hebûna wê li ser xaka wê ye. Nabe paşguhkirina pêkhateyek sereke ji pêkhateyên Sûriyê berdewam bike. Mîsoya hemû çînê gelê me bi sazî, partî û ferdên wê xebateke hevpar bidim meşandin da ku edalet, wekheviya di maf û erkan de di çarçoveya Sûriyeke demokratîk, federal laîk de pêk were."

ANHA


Mijarên Din