Yekitiya Suryan: Em ê mil bi mil li gel QSD`ê bin

Bitris Bişrîx got armanca Tirkiyê ji gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wekî ku berê Osmaniyan pêk anîne, qirkirin e û destnîşan kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê di çeperên şer de li kêleka QSD`ê bin.

Rêveberê Partiya Yekitiya Suryanan Bitris Bişrîx li konê çalakiya mertalên zindî yê li Serêkaniyê axivî. Çalakiya li Serêkaniyê di roja 10`mîn de berdewam dike.

Bitris Bişrîx berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê pîroz kir û got: "Îro rojeke gewre ye, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî Erdoganê ku hewldana destwerdana herêmên me dike û careke din çeteyên DAIŞ`ê vegerîne, radiwestin."

Bişrîx tekez kir ku ew ê rê nedin Tirkiyê ku herêma wan dagir bikin û senaryoya Efrînê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bibe û wiha pê de çû: "Tirkiye bi van gefan hewldana qirkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, di heman demê de Tirkiye bi serokatiya AKP`ê hewldana dubarekirina dîroka Osmaniyan ku der heqê gelê Suryan de komkujî pêk anîne, dike."

Rêveberê Partiya Yekitiya Suryan Bitris Bişrîx bi navê pêkhateyên Suryan, Kildan û Asûrî piştgiriya şêniyên Bakur û Rojhilatê mîsoger kir û îşaret bi têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirkiyê kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din