Yekitiya neteweyî û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn dewam dike û herî zêde jî li Sûriyê ev şer gur bûye. Li Sûriyê herêma herî aram û demokratîk Bakur û Rojhiltarê Sûriyê ye lê belê di serî de dewleta Tirk a faşîst, gelek dewlet û rêxistin hesabên xwe yên genî bi gefên dagirkirin û komkujiyê berdewam dikin. Gelê Bakurê Kurdistanê li gel êrişên herî hov ên faşîst jî, îradeya xwe beyan dike û berxwedana xwe didomîne. Başûrê Kurdistanê jî dîsa li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe diparêze û ji bo azdiya xwe berxwedaneke qehremanî dide. Li Rojhilatê Kurdistanê di demên dawîn de êrişên rejîma Îranê pêk tên û ji bo dijminahiya gelê Kurd bi dewleta Tirk re hevkariyê dike û ev rewşa heyî nîşan dide ku dê ev hevkarî xxwe biavêje parçeyên din jî. Dewleta Tirk a faşîst vê yekê jî bes nabîne û li ku dera cîhanê nasnameya Kurdan hebe, li hemberî wê şerekî qirêjî dike.

Ev rûdan jî nîşanî me didin ku ji bo ku Kurd xwe ji komkujiyê dûr bixin û xwe bigihînin azadiyê, hewcedarî yekitiya neteweyî  ne. Dewleta Tirk li her çar parçeyan dijminahiya xwe pêk tîne û divê gelê Kurd jî li dijî wê yekitiya xwe ava bike. Bi vê mebestê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek partiyên Kurdan, nemaze PYD, rêxistin û kesayetên naskirî xebatên xwe yên yekitiyê dilezînin. 

Di 18’ê Gulana 2020’an de li Qamişloyê 25 partiyên siyasî civînek li dar xist û ji bo “şopandin û destekdayîne xebatên yekitiya neteweyî yên li herêmê” Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (PYNK) hate avakirin. Ev rêxistin kar û xebatên xwe bi tenê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re sînordar nake. Ev helwest li dîroka serhildan û berxwedanê ya sedsala 20’an jî tê û Kurdên ji Rojava bi vê biryarê careke din nîşan didin ku pêdiviyên himşendiya kurdîniyê pêk tînin. Bi vê biryara xwe têkiliya dîrokî ya serhildan û berxwedanên Bakur, Başûr û Rojhilat û hewcedariya wê bi cih tînin. Ev helwesteke wisa ye ku her li ku derê li dijî Kurdan dijminahî û qetlîam hebe, divê her kes ji xwe re bike esas. 

Ev civîn û biryarên wê nîşan dide bê ka yekitiya neteweyî divê çawan be. Anku îlan dike ku xebatên yekitiyê bi tenê ne di bin destê malbatekê yan jî xanedanekê de ne. Yekitî divê tenê ya du partiyan an jî koman nebe, divê ya gelê Kurd û nûnerên wê be. Va ye wateya îlankirina PYNK’ê ev e.

Li ser vî esasî xebatên yekitiyê gihaştin qonaxeke din. Hewldanên PYD û ENKS’ê her çend ji bo yekitiya Kurdan bin jî, dê bes wekî hevdîtinên du partiyan bimana. Ev jî nedibû yekitiya kurdî û her wiha demokratîk jî nedibû.

Dema ku xebatên yekitiyê berdewam dikir, herî dawî li Qamişloyê civînek çêbû û dan zanîn ku ‘Eniya Azadî û Aştiyê’ hatiye avakirin.  Di Eniya Azadî û Aştiyê de ENKS, Tevgera Pêşerojê ya Sûriyê, Rêxistina Demoktratîk a Asûriyan, Konseya Ereban a Cizîr-Firatê cih girt. Serokê Tevgera Pêşeroyê ya Sûriyê Ehmed El-Cerba biryarên eniyê aşkera kirin. Ev tevgerên hanê ku îdia dikin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatan pêk tînin, lê belê ji bo destkeftiyên gelên herêmê tu xebatek nekirine, bedelek nedane û berovajî ji bo tesfiyekirina Rêveberiya Xweser çi ji destê wan hatibe, kirine.

Gelo ew alî çima niha û li Qamişloyê eniyeke wiha ava dikin û ENKS ku heta niha di nava “muxalefeta Sûriyê” ya girêdayî Enqereyê de cih digirt, çima di nava vê eniyê de ye ku di çarçoveya “yekitiya Sûriyê” de qebûl dike ku desthilata heyî ya Esed dewam bike?

A rast gelek pirs hene ku divê der barê vê eniyê de bên kirin. Ew aliyên di nava vê rêxistinê de rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas nakin û gelek caran ên li dijî dagirkirina bajarên Kurdan li ber xwe didin, tawanbar dikin û ji bo ku Ereban ji hev qut bikin, hewldanên wan hene. Ew her du rêxistinên din ku heta niha hebûna Kurdan jî qebûl nekiriye û ENKS, bi kîjan armancan hatine cem hev?

Ji bo ku mirov vê yekê fehm bike, divê mirov li lîstikên Osmaniyên Nû yên li herêmê binêre. Lîstikeke wan ew e ku Kurd û Erebên di nava rêveberiya herêmê de bi hev bixe û Ereban li dijî rêveberiya xweser tûj bike û ji bo armancaên xwe yên şerê qirêjî bi kar bîne. Cînayetên herî dawî li Dêrazorê pêk hatin jî, di vê demê de bûn û ev yek jî ne tesadufek e.

Ya duyemîn jî, hewl didin xwe wek pirçandî û piranîparêz nîşanî raya giştî û hêzên navneteweyî bidin bê ka çi qas demoratîk in da ku li şûna MSD/QSD’ê destekê bidin wan. Di vê çarcoveyê de cih dane Suryanan jî. 

Ya sêyemîn; dewleta Tirk dibêje ENKS “nûnera meşrû ya Kurdan e” û ENKS hewl dide bi vê yekê bibêje ez ne tenê nûnera Kurdan im, her wiha nûnera Bakur û Rojhilatê Sûriyê me. Lewma jî ev enî li cihekî din na, lê belê li Qamişloyê hate avakirin. 

Helbet ne mimkun e ku mirov ji van tevan encameke bixêr derxe. Hela di vê pêvajoyê de ku dewleta Tirk a faşîst li ser tevahiya Kurdistanê êrişên xwe zêde kirine, ne mimkun e ku ev enî ji bo xêrê hatibe avakirin.

Piştî ku ev enî hate avakirin, serokê ENKS’ê Siûd Mele ji dezgeheke çapemeniyê ya PDK’ê re axivî û got: “Divê Kurdên ne ji Sûriyê ne, ji Sûriyê derkevin. Kesên ku ji bo alîkariyê hatine, em spasiya wan dikin, lê divê vegerin. Êdî em ê herêma xwe bi rê ve bibin.”

Ev peyam jî nîşan dide bê ka li paş vê eniyê çi heye. Li vir divê ev tişt bê pirsîn: Çima nabêjin çeteyên dijminên namûsê yên Çeçen, Qirgiz, Tacîk, Kosovayî û Ûygur ji xaka me derkevin lê belê ji bo kesên xwediyê vê xakê û canê xwe ji bo azadiya wê didin, ev tişt tê gotin? Balkêş e; ew çeteyên dijminê gel û efendiyên wan ên dagirker jî heman tiştî dibêjin. Di van demên dawîn de ji Hewlêrê jî daxuyaniyên bi heman şiklî derdikevin.

Ji aliyekî din ve di hemû serhildan û berxwedanan de kesên ku ne ji Sûriyê bûne, hatina vê herêmê. Di nava wan kesên hatî de, rêveberên PDK’ê û hemû partiyên Başûr jî hene. Rêber Apo jî kedeke zêde daye vê xakê, ciwanên Apocî gihandine. Nûrî Dêrsimî jî, Cegerxwîn jî, Aram Tîgran jî li ser vê erdnîgariyê jiyane. Vê herêmê malovanî ji gelek rêveber, hunermend, helbestvan û nivîskarên Kurd re kiriye. Lê belê di tu qonaxeke dîrokê de li hemberî van nirxan ev qas zêde êriş çênebûne. Li vê herêmê partiyên Başûr; PDK û YNK jî demeke dirêj xwe bi rêxistin kiriye. Çi dema ku El-Nusra û DAIŞ’ê li vê xakê dest bi qetilkirina Kurdan kir, wê demê kesên ji bo wan dibêjin “bila ji vê xakê derkevin” na, lê belê yên ku vê bangê dikin gel bi komkujiyan re rû bi rû hiştin û berê xwe dan Başûr û Ewropayê û gelekan jî dest bi xizmeta Enqereyê kir. 

Van tevan jî hema duh na pêr, rû da û rû didin jî û şahidê van rûdanan jî gel bi xwe ye. Divê ev rastî ji helebiyan, ji efrîniyan, ji serêkaniyiyan, ji kobanêyiyan, ji tilkoçeriyan, ji reqayiyan, ji şengaliyan ji kerkûkiyan û heke hewce dike ji leşkerên Koalîsyonê û birêz Mesûd Barzanî bê pirsîn. Lewma yên ku ji Enqere, Şam û Hewlêrê îcazetê hildidin, divê jin bîr nekin ku dê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarê bidin bê ka dê kî biçe û kî bimîne. Kesên ku dixwazin li ser vê xakê bijîn û wek rêveber xizmeta gel bikin, divê bi gel bişêwirin. Divê biryara vê yekê gel bide. Em pê bawer in ku ev gel dê kesên ji bo wî canê xwe feda dikin, lê xwedî derkeve. Kesên ku di demên herî giran de li paytextên dewletên din ji bo jiyana xwe ketibûn nava têkiliyên qirêjî jî, dê efû neke. 

Ji ber vê yekê jî divê yekitî di çarçoveya azadî û demokrasiyê de be û bi perspektîfa Sûriya demoratîk ji bo azadî û aştiyê xizmetê bike. PYNK bi vê armancê hatiye avakirin. MSD û QSD jî mîsogeriya jyana azad a demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Berdevkê eniya ku ji xwe re dibêjin “Tevgera Azadî û Aştiyê” divê di daxuyaniya xwe ya pêşîn de bigota “Em li dijî her cure dagirkeriyê ne, em dizî, tecawiz û komkujiyên dagirkeran şermezar dikin. Ji bo azadkirina deverên dagirkirî, ji bo tola keçên me yên ku wek xenîmetê tên revandin, tecawiz lê tê kirin, tên firotin; ji bo ku li hemberî sîxuran bisekinin ku hewl didin ciwanên me bi tiryak û hişbirê ji nav bibin, em destekê didin hikumeta heyî. Ji bo xurtkirina wê çi ji destê me bê, em ê bikin.”

Gel û rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku kesên berê sûc kirine jî di nava têkoşîna yekitî û azadiyê de bibîne, çi ji dest tê, dike û dê bike jî. Niha ya girîng ew e ku mirov di nava têkoşîna pêşerojeke azad û demokratîk de be. Divê ji ber vê yekê ji xetayan ders bên derxistin. Dive neyê jibîrkirjn ku kesên ji dagrikeran lava kirine, zû yan dereng xwe ji hukmê gel xilas nekirine. Dîktatorên herî xurt jî di demeke kurt de avêtine nava kirs û gilêşa dîrokê. Lewma jî hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cudahiya wan a siyasî yan jî îdeolojîk her çi dibe bila bibe, divê li dijî dagirkerî û komkujiyan bi hev re bisekinin. Divê berxwedanê pîroz bikin. Encax bi vî awayî raboriyeke birûmet û pêşerojeke azad pêk tê. Wê demê li ser esasê welatparêziyê yekitî çêdibe û Kurd û gel hemû qezenc dikin.

ANHA