‘Yekitiya neteweyî li dijî xetereyan çareseriya tekane ye’

Rewşenbîran bang li partiyên kurdî kir ku yekrêziya xwe ava bikin û bi hev re li hember xetereyan bisekinin. Her wiha diyar kirin ku êrişên li dijî herêmê hebûna gelê Kurd dikin hedef û gotin çareseriya tekane li hember van xetereyan yekrêziya kurdî ye.

Yekitiya kurdî daxwaza gelê Kurd a bingehîn e. Gelê Kurd dibîne ku yekitî çareseriya tekane ya xilasiya ji dagirkeriyê û êrişên dijminan li dijî hebûna wî ye.

Helbestvan û endama Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Anahîta Sînor dibîne ku dewletên dagirker demografiya herêmê diguherînin, sedem jî berbelavbûna partiyan e.

Anahîta wiha axivî: "Tu sedemeke qayîl ji partiyên siyasî re tune ye, heta ku yekrêziya kurdî ava nekin. Bi taybet di vê pêvajoya hesas û çaranûsî de."

Endama rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Leyla Ibrahîm bal kişand ser ku hêzên dagirker her tim înfazkirina gelê bindest, guhertina nasname û demografiya wî armanc dikin.

Leyla pêwîstiya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê û yekrêziya kurdî di vê pêvajoya hesas de teqez kir da ku planên dagirkeran têk bibin.

Her wiha endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdyar Dirêî jî got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusa û DAIŞ`ê ji êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dikin ku gelê herêmê yê ku bi hev re dijî, qir bikin."

Di dawiyê de Dirêî got: "Li dijî van êrişan divê yekrêziya kurdî ava bibe. Ji ber ku çareseriya tekane ye heta ku êrişên li dijî herêmê û gelê Kurd û nasnameya wî rawestin. "

(şx)

ANHA


Mijarên Din