Yekitiya Mamosteyan dest bi vekirina dewreyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê kirin. Gava yekemîn jî amadekirina 40 mamosteyan bi rêya rêzewaneyan ku di Navenda Perwerdeyê de ya bajarê Minbicê têne dayîn e. Kesên di warê xwendin û nivîsandinê de wane didin mamosteyan.
Waneyên têne dayîn, şêwaza danûstandinê bi kesen temenmezin re, rêbaza fêrkirina xwendin û bîrkarî ji kesên ku tev li dewreyê bûne pêk tê. Dewreya mamosteyan 3 rojan didome û tev sê roj in din da ku waneyên girêdayî zanistên çandî û tenduristî bibin.
Endamê Yekitiya Mamosteyan a bajarê Minbicê Qeys Ebas ê li ser dewreya perwerdeyê ya mamosteyan disekine diyar kir ku dewre ji du beşan re li gorî temen hatiye dabeşkirin. Beşa yekemîn ji kesên ku temenên wan ji 15 saliyê û jor û beşa din di navbera 10 salî heya 15 saliyê ye, yên ku ji ber şertên şer û dema DAIŞ`ê herêm dagirkiribû nikarîn xwendina xwe temam bikin.
Ebas destnîşan kir ku qonaxên xwendin û nivîsandinê dê li ser sê qonaxan be. Her qonaxek ji 3 mehan pêk tê. Ebas diyar kir ku armanca wan ji dewreya xwendin û nivîsandinê zanakirina civakê ye. Her wiha tekez kir ku eger pêwîstî çêbû ew amade ne hejmara navendan zêde bikin.
Dewreyên xwendin û nivîsandinê di 14`ê Tîrmehê ve li du navendan li Minbicê(dibistana El-Xesaniye û dibistana Remedan heco) destpê kirine. Hejmara kesên di dewreyan de heta niha navên xwe tomar kirine derdora 250 kes e û deriyê tomarkirinê li hember tevhiya temenan vekiriye.
(şx)
ANHA