Yekitiya Lîberal a Kurdistanê banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk kir

Yekitiya Lîberal a Kurdistanê têkildarî komkujiya li Til Rifatê bang li civaka navdewletî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û hesab ji serokê Tirkiyê re bipirse.

Yekitiya Lîberal a Kurdistanê têkildarî komkujiya ku duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan li navçeya Til Rifatê ya Şehbayê pêk anîbû ku di enamê de 10 sivîl şehîd bûn, di nav de 8 zarok bûn û 10 birîndar bûn daxuyanî da.

Yekitiya Lîberal di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a sûcdar bikeve çi xakê kîna û hêrsa xwe li dijî gelên Sûriyê bi taybet gelê Kurd ê sivîl vala dike û got; "Qirkirineke etnîkî, mezhebî pêk tîne, li kêleka wê çeteyên wê ku kurdan bi kafiran wesif dike van kirinan  li pêşberî çavê cîhanê ya banga mafên mirovan dike, pêk tîne."

Yekitiya Lîberal a Kurdistanê komkujiya li Til Rifatê û sûcên li dijî gelê Kurd û hemû gelên herêmê têne kirin şermezar kir  û bang li wijdanê mirovaniyê kirin ku dengê xwe bilind bikin û bang li civaka navdewletî bike bila gelê Kurd biparêze û sînorekî ji dewleta Tirk a faşîst re deyne û lêpirsînê jê bixwaze.

ANHA

 


Mijarên Din