‘Yekitiya kurdî dê hêviyên gelê Kurd bi cih bîne’

Sekreterê Partiya Roj a Demoratîk a Kurd a Sûriyê Kovan Keno anî ziman ku yekitiya refa kurdî û avakirina lêvegereke siyasî li Rojava dê gelê Kurd ber bi aramiyê ve bibe û hêviyên gel bi cih bîne.

Ji bo pêkanîna însiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK-Rojava) ku di 1‘ê Çileyê de dest pê kir û 28 partî tev lê bûbûn, partî û rêxistinên kurdî li Rojava amadekariyên lidarxistina konferasneke kurdî dikin da ku lêvegereke siyasî û kurdî ava bikin.

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Keno got: "Divê hemû partiyên kurdî bêyî cudahî beşdarî konferansa avakirina lêvegera siyasî bibin da ku karibin daxwazên pêşerojê yên kurdên li Sûriyê bi cih bînin û ji gefên Tirkiyê yên tunekirina gelê Kurd dikin armanc re bibin bersiv."

Keno girîngiya ku hemû aliyên kurdî tev li konferasê bibin, destnîşan kir û got: "Divê Partiya Pêşverû û partiyên Encûmena Nîştimanî ya Kurdî û Partiya Yekitî tev li konferansê bibin û bi partiyên din re li ser maseyekê rûnên, doza kurdî nîqaş bikin û mekanîzmaya guncaw a avakirina lêvegereke siyasî kurdî deynin."

Kovan Keno di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku avakirina lêvegera siyasî dê gelê Kurd ber bi ewlehiyê ve bibe û dê nûnertiya gelê Kurd di qadên navdewletî de bike û ev tişt got: "Yekitiya refa Kurdî gaveke ber bi rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk e."

(bb)

ANHA


Mijarên Din