‘Yekitiya kurdî dê bibe bersiva hemû dewletên komploger‘

Malbatên şehîdan ên navçeya Til Temirê gotin: “Armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser çiyayên Kurdistanê qirkirina Kurdan û vejandina serdema Osmanî ye. Em bang li gelê Kurd, partiyên siyasî û hêzên leşkerî dikin ku yekitiya xwe ava bikin. Ji ber yekitî dê bibe bersiva hemû dewletên komploger.”

Dewleta Tirk êrişên li ser çiyayên Heftenînê û Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

Dewleta Tirk bi rêya destwerdanên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) re û êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwaze destkeftiyên gelê Kurd têk bibe.

Armancên dewleta Tirk a dagirker diyar in. Xewna wî ew e ku serdama Osmanî û serweriya wê li ser herêmê vegerîne da ku nasnameya gelê herêmê û di serî de gelê Kurd, ji holê rake.

Girêdayî mijarê malbatên şehîdan ên navçeya Til Temir û bavê sê şehîdan (Akif, Ehmed Akif û Siûd Botan), Hemîd Şêx Hebîb ji ANHA`yê re axivî û êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

‘LI HER DEVERÊ ŞERÊ KURDAN DIKE’

Şêx Hebîb di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk û di serî de Erdoganê faşîst li her deverê şerê gelê Kurd dike û ji ber wê jî êrişî her çar parçeyên Kurdistanê dike. Em bang li rêveberiyên siyasî, leşkerî û gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku doza kurdî bikin yek, li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Ji ber dewleta Tirk digot ew ê Efrînê dagir bike wek ku çawa Kerkûk dagir kir, heger Kurd nebin yek dê hemû herêmên me werin dagirkirin."

Hemîd Şêx Hebîb di axaftina xwe de ev tişt bilêv kir: "Dewleta Tirk derewan dike. Ti herêmên ewle tine ye ku Tirkiyê dikare ava bike. Dixwaze çeteyan vegerîne Sûriyê û bi Kurdan re bide şerkirin. Dewelta Tirk herêmê tirk dike, dirûşme û wêneyên badeşahên Osmanî radike."

‘DEMA BÛYER GIRÊDAYÎ DOZA KURDÎ BE DIJMIN DIBIN YEK’

Hemîd Şêx Hebîb wiha pêde çû: "Dema ku bûyer girêdayî doza kurdî be dewletên dagirkerên parçeyên Kurdisanê  hemû nakokiyên di navbera xwe de didin aliyekî û dibin yek. Ji ber wê divê Kurd û rêveberên wan jî bibin yek û li hember dewletên dagirkerên xaka Kurdistanê û her kesê ku dixwaze nasnameya gelê Kurd tune bike,  bisekinin."

Bavê şehîd Demhat, Mihemed Tahir destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya destwerdanên xwe yên ji dewletên cînar re û şerê li dijî gelê herêmê ji Kuran, Ereban û Suryanan dîroka împratoriyeta Osmanî vejîne û nasnameya Kurdan tune bike.

‘HERÊMA EWLE HINECETA ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN E’

Dewleta Tirk bi hinceta avakirina herêma ewle bi kûrahiya 40 – 50 km di hundirê xaka Herêma Kurdistanê de, dest bi êrişên li dijî çiyayên Qendîl û Herêmên Parastinê yên Medyayê, kir. Mihemed Tahir diyar kir ku êriş tenê hincetek e, da ku tişta li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî ji tirkkirin û şerê li dijî Kurdan, dewam bike.

Mihemed Tahir wiha domand: "Yekitiya gelê Kurd bi hêza wê ya leşkerî, partiyên siyasî ye. Gelê Kurd di berxwedana li hember êrişên li ser xaka Kurdistanê bi hezaran şehîd dan. Bi yekitiya kurdî tu kes nikare bi doza kurdî bilîze û nêzî wê bibe. Em weke malbatên şehîdan bang li hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê dikin ku bi hemû partiyên kurdî û hêzên leşkerî yên parstina Kurdistan û doza gelê wê dikin re bibe yek û li hember dijmin bisekine.”

‘BERXWEDANA HEFTENÎNÊ PÎROZ E Û SERKEFTIN DÊ YA GELÊN HERÊMÊ BE’

Mihemed Tahir got, zarokên wan şehîdin û ew jî amade ne ku hîn jî berdêlan ji bo doza kurdî û her çar parçeyên Kurdistanê, bidin.

Mihemed Tahir di dawiyê de ev tişt got: "Berxwedana ku şervan li çiyayên Kurdistanê û çiyayên Heftenînê dimeşînin, berxwedaniyeke pîroz e. Şervanên ku çek girtine û li hember dagirkeran şer dikin zarokên me ne û em bi saya wan dijîn. Berxwedan dê bi ser bikeve."

(bx)

ANHA


Mijarên Din