Yekitiya Kedkaran: Divê kedkar xwe birêxistin bikin

Karkerên rojane kar dikin bi taybet ên ku tev li Yekitiya Kedkaran nebûne, di şert û mercên aborî yên dijwar re derbas dibin. Hin caran bê kar dimînin û ji aliyê xwediyê kar ve tên bikaranîn. Li aliyekî din endama rêveber a Yekitiya Kedkaran bang li wan kir ku xwe di yekitiyê bi rêxistin bikin da ku mafên xwe misoger bikin.

Li bajarê Qamişlo gelek karkerên ku rojane kar dikin, hene û li benda kar dimînin.

Daketina lîreyê Sûriyê, bi awayekî neyînî bandor li aboriya Sûriyê. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji vê yekê bandor bûn. Gelek karkerên ku rojane kar dikin û quta xwe peyda dikin, bê kar mane. Nikarin her roj kar peyda bikin, li rex wê jî destheqên wan jî kêm in. Bi vî awayî barê wan giran dibe û rewşa jiyanî ya wan aloztir dibe.

Ji bo naskirina rewşa karkeran, ANHA`yê nêrîn, daxwaz û çawaniya karên karkeran şopand.

Karkerê bi navê Fîras Xêredîn Emrû (31) got: “Ev 13 sale ez kar dikim. Ji berbanga sibehê heta saet piştî nîvro, li ser peyareyê rûdinim.”

DERFETÊN KAR CAREKE DIN PEYDA NABIN

Emrû destnîşan kir ku hin caran kar dibînin û hin caran heta mehekê bê kar dimînin û wiha pêde çû: “Xwediyên kar me  bikar tînin. Ji ber aloziya aborî ya heyî em neçar dimînin bi erzanî kar bikin. Hin caran derfetên kar li beramberî 20 hezar lîreyên Sûriyê peyda dibin, lê xwediyên kar tenê 5 hezar lîre didin. Ji ber ku em rojane debara malbatên xwe peyda dikin, em neçar dimînin wê destheqa erzan qebûl bikin. Li gel bihabûnê ev destheq pêdiviyên me yên bingehîn peyda nakin. Hin caran derfetên kar peyda nabin, ji ber wê em nikarin xwarinê ji malbatên xwe re peyda bikin.”

Emrû diyar kir ku ew nikare projeyek xwe taybet veke ku karibe pêdiviyên malbata xwe peyda bike û ev tişt rave kir: “Dema zarokên min nexweş bikevin, ez pere deyn dikim û wan tedawî dikim. Êdî rewşa me nayê tehemulkirin.”

Fîras Emrû bang li aliyên têkildar kir ku li gel şertên aborî yên dijwar, alîkariya wan bikin û derfetên kar ji wan re peyda bikin.

Apê Taha Ebdulrehman (60) xwedî malbatek ji 8 endaman pêk tê ye. Di malek bi kirê de dimîne. Apê Taha got: “Ez ji 18 saliya xwe ve vî karî dikim û pîşeyeke din nizanim. Di dema me de girîngî nedidan xwendinê. Lewra min di vî warî de kar kir.“

‘EM DESTHEQÊN ERZAN QEBÛL DIKIN DA KU BÊKAR NEMÎNIN’

Apê Taha îşartpê kir ku ji ber ku hinek karker destheqên erzan qebûl dikin ew mecbûr in mîna wan bikin û wiha domand: “Beriya çend rojan, min derfetek kar qebûl kir. Min di du rojên sax de xilas kir. Ruxmî ku diviyabû ez 50 hezar lîreyên Sûriyê bigirin, lê xwediyê kar tenê 7 hezar da min. Ez pê razî bûm. Ruxmî ku ev miqdar di rojên îro de li gel bihabûnê, têra tiştekî nake.”

Têkildarî rojên ku derfetên kar ji wan re peyda nabin apê Taha got: “Ez pere deyn dikim ji bo ku pêdiviyên malbata xwe bikirim. Ji wê zêdetir hevsera min nexweş e û pêwîstiya wê bi emeliyatê heye. Lê ez nikarim lêçûna dermankirina wê peyda bikin.

Apê Taha mîna Fîras Emrû bang li aliyên têkildar kir ku alîkariya wan bikin, buhayan kontrol bikin û got: “Heger rewşa wisa bidome wê gel perişan bibe.”

‘YEKÎTIYA KEDKARAN HEWL DIDE MAFÊ HER KARKEREKÎ BIPARÊZ E’

Endama rêveber a Yekitiya Kedkaran a herêma Cizîrê Hemîde Ferman da zanîn ku yekitî hewl dide mafê her kedkarekî biparêz e û wiha got: “Ji ber wê destheqên karkerên endamên Yekitiya Kedkaran bi awayekî guncew kontrol dike û saetên kar ji wan re diyar dike. Yekitî hewl dide derfetên kar ji wan re peyda bike, çi di rêxistinan de yan jî bi rêya Yekitiya Bazirgana be.”

Derbarê bikaranîna karkeran de Hemîde got: “Hinek karker bi erzanî kar dikin. Ew jî bandorê li karkerên din dike û wan neçar dike ku destheqên erzan li beramberî karên dijwar qebûl bikin. Ji ber wê em civînan ji karkeran re li dar dixin û bi wan didin fêmkirin ku dê çawa mafê xwe bi dest bixin.”

Girêdayî karkerên ku rojane di sûka reş de kar dikin û ne endamên Yekitiya Kedkaran e Hemîde diyar kir ku eger gilî bikin dê pirsgirêkên wan çareser bikin.

Hemîde Ferman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê karkerên endam û needamên yekîtiyê dengê xwe bikin yek. Da ku mafên xwe bi dest bixin, karê xwe birêxistin bikin ji bo ji aliyê tukesî ve neyên bikaranîn. Her wiha karkerên ku tev li yekitiyê nebûne, tev li bibin da ku bi hev re mafên xwe bi dest bixin, ji ber ku bi saya kedkaran civak pêşdikeve.”

Îsal li ser asta herêma Cizîrê derdora 12 hezar karkerên jin û mêr beşdarî Yekitiya Kedkaran bûne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din