Yekitiya Jinên Êzidî: Divê têkildarî kiryarên li dijî jinan ên li Efrînê lêpirsîneke navneteweyî vebe

Yekitiya Jinên Êzidî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan şibandin hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê dema êrişî Şengalê kirin û bi daxuyaniyekê diyar kir ku divê civaka navneteweyî tev bigere û der barê kiryarên li dijî jinan li Efrîna dagirkirî de lêpirsîneke navneteweyî veke.

Yekitiya Jinên Êzidî der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên revandina jinên efrînî, xistina girtîgehan û pêkanîna îşkenceyan li dijî wan, daxuyaniyek da.

Endamên Yekitiya Jinên Êzidî li pêş navenda xwe ya li navçeya Ehdas a Şehbayê kom bûn ku beşdar daxuyaniyê bibin. Daxuyanî bi erebî û kurdî ji hêla endamên yekitiyê Orîvan Menan û Meryem Cindo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Piştî du sal di ser dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagiker û milîsên wê re derbas bû, hê jî çeteyên girêdayî Tirkiyê hovanetirîn sûcên li dijî sivîl, mal û cihê pîroz pêk tînin.

Tevahî peyman û mîsaqên navneteweyî û nirxên exlaqî bin pê dikin, qirkirinên rastîn û kiryarên sûcê ji koçberkirin, revandin, kuştin, darvekirin û şewitandina malan, pêk tînin. Ji wê zêdetir jî li dijî jinan kiryar û destdirêjiyên derexlaqî ku şermeke li eniya mirovahiyê pêk tînin, jê jî li dijî 8 jinên Kurd ku li gel Firqet Hemzat a girêdayî dewleta Tirk e, kiryarên dermirovî û derexlaqî pêk tînin.

Em Yekitiya Jinên Êzidî û Yekitiya Êzidiyan a Efrînê bi gotinên tund van kiriyaran şermezar dikin û berpirsiyarî hildigerin li ser dewleta Tirk û Rûsyayê. Di heman demê de bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan ên li cîhanê, tevahî rêxistinên NY’yê, Rûsya û DYA’yê dikin ku bi berpirsyarên xwe rabin û xebata ji bo kiryarên li Efrînê dibin, pêk bînin.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din