Yekitiya Ewropayê peymana Erdogan û El-Wîfaq nîqaş dike

Wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê îro der barê çawaniya bersivdayîna peymana di navbera Tirkiye û hikumeta El-Wîfaq a bi serokatiya Faîz El-Sîrac de ku rastî nerazîbûnên herêmî û navdewletî hat, nîqaş dikin.

Berî destpêkirina civînê, berpirsê siyaseta derve yê nû yê Yekitiya Ewropayê (YE) Joseph Burrell got wezîr "muzakereya rêkeftinê" ku Tirkiyê û hikumeta El-Sîrac di demên dawî de li ser li hev kirine, dê nîqaş bikin.

Wezîrê karên derve yê Awusturyayê Aleksander Schallenberg, wiha got: "Tiştekî balkêş e. Divê em zanibin çawa Deryaya Spî di navbera xwe de parçe kirin."

Peymana sînorên deryayî ku perlemana Tirkiyê hefteya borî ragihand, şerekî demdirêj di navbera Tirkiye, Yewnanistan, Qibris û Misrê de der barê lêkolîna petrol û gazê li rojhilatê Deryaya Spî de gur kir.

Di refleksa li hemberî peymana Erdogan-El-Sîrac de, Yewnanistanê balyozê Lîbyayê ji ber gavavêtina wî ku rastî nerzîbûneke navdewletî ya berfireh hat, qewitand.

Wezîrê karên derve yê Hollandayê jî wiha got: "Her tim Hollanda piştgiriya biryarên qanûnî yên navdewletî dike, em li kêleka Yewnanistanê ne. Divê piştgiriya qanûna navdewletî were kirin."

Meclîsa Perlamenteran a Lîbyayê îmzekirina serokê hikumeta Trablusê El-Sîrac ya peymana bi Tirkiyê re, şermezar kir û wek "îxaneteke mezin" bi nav kir. Her wiha hişyarî da ku artêşa nîştimanî dê "destgirêdayî" nemîne.

Dîplomatekî Ewropayê di daxuyaniyên berê de, tekez kiribû ku muzakereya peymanê ya der barê sînorên deryayî de li ser berjewendiyên dewletên herêmê bi giştî bandorê çêdike û gelek pirsan derdixe.

(cx)


Mijarên Din