‘Yekitî wê hebûna me misoger bike‘

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd bal kişandin ser girîngiya diyaloga Kurdî-Kurdî ji bo gel û doza Kurdî û gotin: "Bi salan şerê me dikin da ku çanda me qir bikin û gelê me tune bikin. Bi yekitiyê wê hebûna me mîsoger bibe."

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî têkildarî hewldanên avakirina yekitiya Kurdî de bi daxuyaniyekê gotibû: "Gava yekemîn a diyaloga Kurdî- Kurdî biserkeftî bû. Em derbasî pêvajoya duyemîn."

Ebdî di 29‘ê Gulanê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kiribû, tê de gotibû: "Bi yekitiyê em ê biser bikevin û dîrokê binivîsinîn."

Li ser vê mijara yekitiya Kurdî şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê nêrînên xwe ji ANHA‘yê re parve kirin.

Elî Misto bal kişand ser girîngî û pêwîstiya hevdîtinên di navbera partiyên Kurdî de û ev tişt anî ziman: "Ji bo ku em karibin di vê pêvajoyê de gavên dîrokî bavêjin, ev diyalog dê gel û xaka Kurdî ji hemû êriş û binpêkirinan biparêze."

Misto hêvî kir ku partiyên Kurdî di van civînan de yekitiya Kurdî ava bikin û got: "Ev gav ji bo me gelê Kurd girîng e. Em hêvîdar in hemû partiyên Kurdî bibin yek û bighêjin nêrîneke hevpar."

Şêniya bi navê Heyat Horo jî diyar kir ku hêviya wê ew e ku partiyên Kurd bibin yek û wiha axivî: "Ji ber ku dijminê me hertim hewl dide me tune bike. Yekitî dê me ji kuştin, qirkirin û koçberkirinê xilas bibke. Bi salan şerê me dikin da ku çanda me qir bikin û gelê me tune bikin. Serkeftin û mayîna me ya li ser vê axê bi yekitiya Kurdî wê mîsoger bibe."

Şêniyê bi navê Riyad Şêxo destnîşan kir ku yekitiya netewî ya Kurdî daxwaza gelê Kurd e û hêvî kir ku partiyên Kurdî berjewendî û nakokiyên xwe deynin aliyekî û ji bo doza Kurdî û parastina gelê wê bixebitin. "

ANHA


Mijarên Din