​​​​​​​‘Yekitî garantiya pêşerojeke geş e’

Mafnas, rewşenbîr û siyasetmedarên herêma Efrînê bang li partiyên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û got “Yekitî garantiya pêşerojêke geş e.”

Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê rastî êriş û komployan tên. Di  heman demê de Kurdên ji Rojava bi êriş û siyasetên hewldana qirkirin û derbekirina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, rû bi rû ne.

Di demekê de ku girîngiya yekitiya kurdî ji komployan re dibe bersiv, fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî  banga yekitiya kurdî kir û gelên Rojava jî bi cih anî.  Li gel vê yekê partiyên kurdî jî banga kombûn û yekitiyê kir.

Mafnasa bi navê Evîn Hec Hemû got: “Rewşa Rojhilata Navîn aloz û nakok e. Gelek hêzên navdewletî û herêmî destwerdana aloziyê dikin. Li gel vê yekê komployên li dijî gelê Kurd hene, lewma divê gelê Kurd hişyar be. Di her du şerên cîhanê de, Kurd xwedî rol bûn. Lê piştî şer bi dawî bûn, dewletên heyî cografiya Kurdistanê par kir. Lewma divê di vê pêngavê de Kurd yekitiya xwe ava bikin û mafên xwe biparêzin.”

Têkildarî banga fermandar Mezlûm Ebdî,  Evîn Hec wiha got: “Însiyatîf di demeke ku pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiyê heye de, pêk hat. Lewma divê partiyên siyasî kar û xebatê bikin û parastina welat û gel bikin.

Endama Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrînê Şêrîn Şawîş helwesta hin partiyên kurdî rexne kir û got eger partiyên kurdî yekitiya xwe ava nekin dê tu hêzên din nikaribin alîkariya wan bikin. Şêrîn bang li partiyan kir ku xwestekên xwe deynin milekî û ji bo pirsgirêka Kurd yekitiya xwe ava bikin.

Her wiha endama Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê Sûzan Mihemed bang li rewşebîrên Kurd kir ku yekitiya xwe bi rêya çalakî û nivîsên xwe ava bikin. Sûzan got: “Eger gelê Kurd yekitiya xwe ava bike, em ê pêşerojeke baştir bibînin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din