​​​​​​​'Yekirina refa Kurdî dê ji aloziya Sûriyê re bibe çareserî'

Seroka Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Hesekê got: "Yekitiya partiyên siyasî yên Kurdî û hevkariya bi gelên herêmê re, çareseriya tekane ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ye û dê aloziya Sûriyê bi dawî bike."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya polîteyên xwe yên qirkirina gelên herêmê de, êrişên xwe yên li ser gelemperiya Kurdistanê zêde kirine.

Dewleta Tirk a dagirker ji 14’ê meha borî ve êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Her wiha Şengal û Waregeha Mexmûr (Rustem Cûdî) kirin hedef.

Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û rûspiyên êlên Ereb ên herêmê ev êriş şermezar kirin û bang li tevahî partiyên Kurd kirin ku refa Kurdî bikin yek û yekitiya nîştîmanî ya Kurdistanê ava bikin da ku ji dagirkeriyê re bibe bersiv û bibe gava destpêkê ya çareserkirina aloziya Sûriyê.

Çavdêr dibînin ku armanc ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên dîtir, temamkirina proje û plana dagirkirinê ye, da ku împratoriya Osmanî ya bi serkêşiya Erdogan vejîn bibe û hemû planên demokratîk têk bibin.

 ‘ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ SÛCÊN LI DIJÎ GELÊ SÛRIYÊ Û MIROVAHIYÊ NE

Dewleta Tirk a dagirker sûcên dermirovî li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Civaka navnetewî bêdengiya xwe li hemberî van binpêkirinan diparêze. Armanca zêdekirina van binpêkirinan, îmhakirina nasnameya Kurd û qirkirina pêkhateyên dîtir ên bi hev re di bin sîwana biratiya gelan û projeya demokratî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn e.

Seroka Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Hesekê Nuha Selah got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Başûrê Kurdistanê ji bo ji nû ve sazkirina împratoriya Osmanî û serweriya li xaka Sûriyê û dabeşkirina wê ye. Ev yek li dijî gelê Sûriyê û tevahî mirovahiyê, sûceke."

'ARMANC PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E'

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên dagirkirinê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têr nebû, lê belê vê dawiyê hewl dide ku ava stasyona Elokê li ser zêdetirî milyonek şêniyên kantona Hesekê qut bike. Tirkiyê vê yekê di çarçoveya rêzesûcên çewisandinê de, pêk tîne.

Nuha Selah wiha domand: "Armanca dewleta Tirk a dagirker di radeya yekemîn de qirkirina pêkhateyên herêmê ye, bi taybetî  gelê Kurd, koçberkirina şêniyên resen ji herêmên wan, guhertina demografiya herêmê û têkirina projeya neteweya demokratîk û biryatiya gelan e."

'YEKKIRINA REFA KURDÎ ÇAREYA TEKANE YA ALOZIYA SÛRIYÊ YE'

Nuha Selah da zanîn ku yekitiya partiyên siyasî çareya tekane ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker e û got, nêzîkbûna kurdî-kurdî bi hevkariya bi gelên herêmê re dê aloziya Sûriyê bi dawî bike.

Nuha Selah banga "Pêwîste gavên zêdetir werin avêtin da ku bigihînin nêrîneke hevpar û çareseriyeke aştiyane.

(fr)

ANHA


Mijarên Din