Yekemîn Komxebata Navenda lêkolînên Jineolojiya destpê kir

Yekemîn Komxebata Navenda Lêkolînên Jineolojiya li herêma Firatê li bajarê Kobanê destpê kir.

 

Navendas Lêkolînên Jineolojiya ya herêma Firatê bi dirûşmeya “Jineolojiya li dijî zayendperestiya civakî" li hola Firat  a bajarê Kobanê dest pê kir.

Bi dehan jinên xebatkarên saziyên sivîl, nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêveber û endamên Navenda Lêkolînên Jineolojiya beşdarî komxebatê bûne.

Li hola ku komxebat tê lidarxistin wêneyên şehîdan, wêneyên Rêber Ocalan û pankartên bi nivîsa,"Çima Jineolojiya ji bo avakirina jiyana hevbeş û azad" hatine daleqandin.

Di komxebatê de wê 3 beşên sereke (Zayendperestiya civakî, zewaca temen biçûk û tundiya li dijî jinan her wiha çareseriya wan) dê werin nîqaşkirin.

(bx)

ANHA   

        


Mijarên Din