Yekemîn kampa havînê ya ciwanên Cizîrê hat vekirin

Bi piştevaniya Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yekemîn kampa havînê ya ciwanan vekir. Kamp ji bo afirandina rêbaza jiyana hevbeş û geşkirina behreyên ciwanan ên çand û hunerî hat vekirin.

Bi beşdariya 40 mêr û jinên ciwan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi koordîneya Desteya Ciwan û Werzîşê, yekemîn kampa havînê li ser asta herêma Cizîrê vekir. Kamp li gundê Siwêdikê turizmî yê girêdayî bajarê Dêrikê,  hat vekirin. Her wiha kamp di 1’ê Tîrmehê de dest pê kir û dê heta 15’ê vê mehê bidome.

Di kampa havînê de gelek bername hene. Çalakiyên kampê ji saet 06.00’an heta 12.00’ê bi werzîş û perwerdeya îdeolojîk bê dayîn. Danê  êvarê jî  pêşbirk, nexşekirin, pêşkêşkirina çalakiyên hûnerî (şano, xwendina helbestan, stran) werin lidarxistin û avjenî bê kirin.

ANHA’yê serdana gundê Siwêdikê kir û kampa ciwanan ji nêz ve şopand.

Ciwana bi navê Meydade Husên ku ji bajarê Qamişloyê ye got: “Hedefa sereka ya vekirina kampê geşkirina behreyên çandî ye. Ev pêngavek destpêkê ye ku ciwan xwe li ser bingehê behreye xwe xwe ava dike. Tişta herî balkêş li kampê jiyana di hembêza xweza û hevsengiya pê re ye.”

Ciwanê bi navê Alan Bêkes yê ji Hesekê, rola ciwanan di rêxistina civakê de spas kir û got: “Vekirina kampên wiha û beşdariya ciwanan, dihêle ew rewşê ji nêz ve dûrî jiyana kapîtalîzimê bijîn û bi perwerdeyê kesayeta xwe di ber çavan re derbas bikin. Ev kamp di navbera ciwanan de rihê hevaltiyê diafirîne û nêrînên wan bi rêya nîqaşan xurt dike."

Di dawiyê de Alan Bêkes hêvî kir ku mîna van kampan bên vekirin ku derfetek ji bo ciwanan were avakirin da ku behreyên xwe pêş bixin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din