Yekemîn ciwanê êzidî radestî Mala Êzidiyan bû

Hêzên Sûriya Demokratîk ciwanekî êzidî ku di 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê ew revandibû, piştî bergiriyan radestî Mala Êzidiyan a li herêma Cizîrê kir.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di pêngava têkbirina DAIŞ`ê de êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, ciwanê êzidî Dawid Cerdo Xelef (19) ku di sala 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû revandin, radestî Mala Êzidiyan a li herêma Cizîrê kir.

QSD`ê bergiriyên pêwîst girtin û ciwan hate radestkirin.

Dawid Cerdo Xelef ji ajansa me re axivî û diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê  dema 2014`an êrîşî Şengalê kir tevî malbatê revandin, her wiha ew li dijî hêzên Iraqê û QSD`ê perwerde kirin.

Xelef tekez kir ku ji neçarî beşdarî 3 şeran bûye, her wiha gel caran hewl daye bireve, lê bi ser neket û di pêngava têkbirina DAIŞ’ê de xwe radestî QSD’ê kir. Xelef got ew ê li Şengalê vegere, hewldana dîtina malbata xwe bike û jiyana xwe ya normal derbas bike.

Têkildarî mijarê endamekî Mala Êzidiyan a li herêma Cizîrê Mehmûd Reşo tekez kir ku heta niha zêdetirî 260 êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, di nav de jin û zarok hene û Xelef yekemîn ciwan e.

Mehmûd Reşo di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew li ser gihandina Xelef ji malbata wî ya li Şengalê dixebitin.

(eh)

ANHA 


Mijarên Din

Li Idlibê teqîn