Yekem car piştî 19 salan komîteyên hevbeş ên Filistînê û Îsraîlê hatin aktîvkirin

Yemen car piştî 19 salan komîteyên hevpar ên Filistîn û Îsraîlê dîsa hatin aktîvkirin. Ev komîte ji bo lêkolînkirina dosye û peymanên di navbera herdu aliyan de hatine îmzekirin in.

Serokê Desteya Karûbarên Sivîl ê Filistînê Hisên El-Şêx di daxuyaniyekê de ku kopyayek jê gihişt ANHA‘yê got: "Ev komîte dê sibe Yekşemî dest bi civanan bike da ku hemû dosye û mekenîzmeyê jinûve vegerandina mafên diravî yên ku Îsraîlê binpê kirine nîqaş bike. "

Hisên El-Şêx daxuyand ku ji sala 2000‘î ve Îsraîlê der barê diraviyên gelê Filistînê de nêzîkatiyên ne rewa dike, ji wê dîrokê ve cara yekemîn dê komîteyên hevpar bicivin da ku dosye û guhertina mekenîzmeya wê û daxwazên vegerandina hemû mafan nîqaş bikin.

Endamê Komîteya Rêveber a "Rêxistina Rizgariya Filistînê" Ehmed Mecdelanî anî ziman ku hikûmeta Filistînê di aktîvkirina komîteyên hevpar li gorî peyaman aborî ya Parîsê de biser ket.

Peymana Parîsê di 29‘ê Nîsana 1994‘an de bi armanca pêkanîna lihevkirineke aborî di navbera herdu aliyan de hate îmzekirin.

Mecdelanî di daxuyaniyekê de ji Radyoya herêmî ya Filistînê re got: "Ev tişt dê bihêle ku hikûmeta Niştimanî ya Filistînê hemû dozên aborî bişopîne û lê vegere û dê pereyên ku Îsraîlê qut dike kontrol bike."

Mecdelenî ev tişt destnîşan kirin: "Komîteyên hevpar ên ku Îsraîlê ji 2000`î de betal kirine dê di civîna xwe ya yekemîn a roja Yekşemê de, pereyên ku Îsraîlê qut dike wek fatoriyên kehrebe, av û veguhestinên tenduristî, her wiha baçeyên ku Îsraîlê li deriyê sînor distîn  kontorl bike."

Mecdelunî balkişand ku vegera komîteya hevpar armanc dike ji aboriya Îsraîlê qut bibe ji ber ku dê li bendên lihevkirina Parîsê careke din vegerin û ji bo bendên din dê danûstandin ji nû ve destpê bike.


Mijarên Din