‛Yekane hêviya me, piştî têkbirina dagirkeriyê li warên xwe cejnê pîroz bikin’

Bi hatina cejna Remezanê re, koçberên bajarê Girê Spî yên niha li Kobanê bi cih bûne, diyar kir ku ew bi hêvî ne ku dagirkerî têk biçe û ji nû ve vegerin malên xwe.

Di cejnan de çavê her kesî li benda xizm û hevalên xwe ye, lê hêviya koçberên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji malên xwe derketine, tenê ew e ku vegerin malên xwe. Di vê derbarê de ANHA’yê nêrînên koçberên Girê Spî yên li Kobanê girtin.

Welatiyê bi navê Ehmed Hesen piştrast kir ku bi kêfxweşiya cejna îsal nahesin û wiha got: "Kesên ku ji mal û erdên xwe dûr bikevin, tu wateya cejnê li gel wan nîn e, hêviya me tenê ew e ku dagirker têk biçin û em vegerin malên xwe." 

Emîna Muslim wiha axivî: "Hêviyên me di van rojên pîroz de ku dagirker têk biçin û em di zûtirîn demê de vegerin malên xwe, wê demê em ê cejnê pîroz bikin.”

Welatiyê bi navê Salih Hesen piştrast kir ku hêviya wan tenê ew e ku vegerin malên xwe û ji ber ku li dûrî mala xwe ne, tu wateya cejnê li gel wan nîn e. Salih di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew hêvîdar e ku hemû koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  vegerin malên xwe.

ANHA


Mijarên Din