Yek ji sembolên berxwedana li hember DAIŞ’ê… Ebo Leyla

Ebo Leyla; gelek salên jiyana xwe di şerê li dijî hemû cureyên zordarî û dîktatoriyê de derbas kir û herî dawî li tixûbên bajarê ku xeyal dikir rizgar bike (bajarê xwe Minbicê) şehîd bû. Şehadeta wî bandoreke mezin li şêniyên bajarê wî kir û ji bo wan bû sembol. Her wiha piştî şehadetê gelek saziyên bajêr bi navê wî hatin binavkirin.

Bi têkoşîna xwe ya salên dirêj, wateyeke cuda da berxwedan û serkeftinê. Bi rûgeşiya xwe  jî karîbû ken li ser rûyê bi hezaran şêniyên Sûriyê k udi dirêjahiya salên şer de gelek azar kişandinbûn, xêz bike. Fermandarê leşkerî li gelek herêman şerên dijwar bi rêve bir û herî dawî li tixûbên bajarê xwe ku hêvî dikir rizgar bike, beriya ku bigihêje gel û şêniyên Minbicê, şehîd bû.

Feysal Sedûn anku bi navê ku pê tê naskirin "Ebo Leyla" sala 1984`an çavên xwe li bajarê Kobanê li dinê vekir. Ebo Leyla yek ji kesên ku di destpêka 2011`an de li dijî sîstema rejîma Baasê serî hilda bû. Fermandarê damizrênerê Lîwaya Enya Kurdan li Minbicê, her wiha yek ji fermandarên berz yên di şerên li dijî DAIŞ`ê de bû.

EBO LEYLA DI QADÊN ŞER DE

Li dijî rejîma Sûriyê, Ebo Leyla li gelek taxên Helebê wekî Eşrefiyê, Şêxmeqsûd, Heleba Kevin, li eniya Lazîqiyê û enya Eyn Îsa ya bakurê Sûriyê şer kir.

Her wiha wekî fermandarê Ketîbeya "Şems Şemal" cihê xwe di berxwedana dîrokî ya bajarê Kobanê li eniya rojhilatê bajêr de, girt û di 29`ê Mijdara 2014`an de bû yek ji sembolên şerê Murşid Pinarê (dergeha sînorî ya Kobanê). Ebo Leyla bi lehengî şer kir û di wan şeran de 7 caran birîndar bû û li nexweşxaneyên bakurê Kurdistanê hat dermankirin. Tevî vê jî careke din vegerî û beşdarî şerên li djjî DAIŞ`ê bû.

Fermandarê leşkerî Feysal Sedûn her wiha beşdarî operasyonên rizgarkirina navçeya Sirînê, bajarê Girê Spî, pêngavên Hol û Şedadê, rizgarkirina navçeya Eyn Îsa bû û di zivistana 2015`an de jî beşdarî pêngava rizgarkirina duyem mezintirîn stasyonên avê û eleketrîkê yên li welêt (bendava Tişrînê) bû.

EBO LEYLA LI TIXÛBÊN BAJARÊ XWE (MINBICÊ) ŞEHÎD BÛ

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê de ye bi fermandariya Ebo Leyla di 1`ê Hezêrana 2016`an de, ji bo dorpêçkirina bajarê Minbicê û rizgarkirina ji DAIŞ`ê piştî du salan ji serweriya DAIŞ`ê li ser bajêr, operasyoneke leşkerî dest pê kir.

Fermandar Ebo Leyla di 3`ê Hezîranê de ji ber topbarana çeteyên DAIŞ`ê li ser derdora bajarokê Ebo Qelqel ê 15 km li başûrê bajarê Minbicê ye, bi giranî birîndar bû. Di 5`ê Hezêranê de jî li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê piştî ku bi helîkoptereke hêzên koalîsyonê biribûn wir, şehîd bû. Lê operasyona leşkerî berdewam kir, bajar hat dorpêçkirin û piştî 70 rojên şer û pevçûnan hat rizgarkirin.

Yek ji hevalên nêz ê şehîd Feysal Ebo Leyla ku demeke dirêj bi hev re li qadên şer mabûn, fermandarê leşkerî yê berê yê Mecilsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebo Emced e. Ku havîna 2017`an di şerên rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbû. Ebo Emced di daxuyaniyeke berê de li ser Ebo Leyla wiha gotibû: "Bi her gava ku diavêt û her gotina ku digot, eşq û hezkirina me ji welêt re zêdetir dikir. Bi qasî wê hezkirina ji welat re me bêyî tirs û dudilî li dijî dijmin şer dikir. Bi rastî, Ebo Leyla ji bo şervanan çavkaniya hêz û moralê bû. Tevî ku fermandar bû jî, lê belê her tim û di rewşên herî zehmet de jî li pêş hevalên xwe diçû û ew diparastin û li cihên herî xeter dima. Her wiha bi şervanên xwe re diciviya û ew teşwîqî berxwedana ji dil de û parastin û rizgarkirina  sivîlan, dikir."

PÊNGAVA ŞEHÎD FERMANDAR FEYSAL EBO LEYLA

Piştî hefteyekê ji destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê "Pêngava rizgarkirina Minbicê" bi navê "Pêngava şehîd fermandar Feysal Ebo Leyla ya  rizgarkirina bajarê Minbicê" bi nav kir. Her wiha rayedarên payebilind ên hêzên koalîsyonê nameyên sersaxiyê ji malbata şehîd Ebo Leyla re şandin.

BI HEZARAN CIWAN RÊYA EBO LEYLA ŞOPANDIN Û GELEK SAZIYAN NAVÊ BAVÊ LEYLAYÊ RAKIR

Ji bo bîranîna şehîd fermandar şehîd Ebo Leyla, Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya  Minbicê 2 akademiyên leşkerî bi navê "Fermandar Ebo Leyla" vekir.

Bi sedan şervanên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ku ji her du akademiyan derçûn bûn, di şerên dawîn yên li gundewarên Reqa û Minbicê de, şehîd bûn.

Piştî salekê ji rizgarkirina bajarê Minbicê, şopandina rêya fermandar Ebo Leyla ne tenê bandor li qada  leşkerî kir, lê belê piştî pêngava rizgarkirinê ku tê de şehîd Ebo Leyla û hevalên xwe ji bo jiyana azad û wekhev a şêniyên bajêr xwe feda kir. Gelek guhertin pêk hatin. Bi vê yekê, nameya şehîd femandar Feysal Ebo Leyla ku ji keça xwe Leylayê re nivîsîbû "Tû bi bavê xwe serbilind bî, heke sax an şehîd be" û heman nameya ku şêniyên Minbicê yên vê rêyê dişopînin e, pêk hat.

Şehadeta fermandar Feysal Ebo Leyla rê li pêşiya qonaxeke ne ji rêzê di dîroka şerên gelê Sûriyê li dijî terorê de, vekir. Ebo Leyla bi têkoşîna xwe nameyeke şoreşgerî ji gelê Sûriyê re hişt û tekez kir ku dê Sûriye bi vîna gelê xwe rizgar bibe û di oxira jiyana azad de dê gelek berdêl bên dayîn. Her wiha bû sembola şerê li dijî DAIŞ`ê ku cografriya herî dawî di destê xwe de (bajarokê Baxoz ê Dê0razorê) di Adara sala borî de, ji dest da û têk çû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din