Yek ji rêbazên şerê qirêj ê dewleta dagirker; şerê avê

Hevserokê Meclisa kantona Girê Spî got: “Tirkiyê êrîşên bi çek ên li dijî cotkaran bes nedît, niha jî bi şerê avê bûye sedema ku 4 hezar hêktar ji zeviyên çandiniyê di bin avê de bimîne. Em bang li rêxistinên navdewletî dikin ku sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî mafên gel re, deynin.”

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker gefên dagirkeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar, avên çem û geliyên kantona Girê Spî bilind bûne. Heman demê de hêjmara leşkerên xwe yên li ser sinor zêde kirin. Vê carê jî rêjeya ava li geliyên ku ji zeviyên Tirkiyê ber bi zeviyên Sûriyê û taybet Girê Spî ve tê bilind kirin. Wê jî hişt ku 4 hezar hêktar zeviyên çandiniyê di bin avê de bimînin.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê ajansa me bi hevseroka Meclisa kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl re hevpeyvînek pêk çêkir. Hêvîn got: “Rêjeya ava çemên Celab û Siloleh, çemê gundê Sosek û geliyê Qere Mox zêde bûye. Nêzî 4 hêktar zeviyên çandiniyê ketin bin avê. Piranî ji wan li keviyên çemê Celab ên li rojhilatê bajarê Girê Spî ne."

Hêvîn gotinên xwe wiha domand: "Rûbera avî li kantona Girê Spî 600 hezar hêktar e. Nêzî 2 hezar hêktar zevî ava wê ji çemê Celab e. Herêmên ku zêde ziraran dîtine bi sedema bilindbûna asta avê, herêmên li ser keviyên çemê Celab ên bi dirêjahiya 14 km in. Ji pira Şeran a gundê bakurê Zehle dest pê dike û li başurê gundê Xirbet El-Bêde bi dawî dibe. Ev zevî yên tevahî pêkhateyên herêmê ne ku dikevin ser sînorê Sûriyê- Tirkiyê."

Hêvîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker cotkarên ku li nava zeviyên xwe dixebitin bi çekên giran û sivik dem demê dike armanc û wiha pê de çû: “Ji aliyekî dîtir ve bi zanabûn ava geliyên ku ji Tirkiyê ber bi Sûriyê ve tê, zêde kir û zevî di bin avê de hişt."

Hevseroka Meclisa kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl bang li tevahî rêxistinên hiqûqê û hiqûqnasan kir ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirkiyê re deynin. Hêvîn got: “Bila dewleta Tirk siyasetên dijminatiyê li dijî gel bi dawî bike. Ev siyaset ziyanê dide qûta tevahî pêkhateyên herêmê."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din