Yek ji damezrînerên Meclisa Jinan li Minbicê wefat kir

Ji rêveberên Meclisa Jinên Minbicê Hena Şerîf duh di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Hena Şerîf yek ji damezrênerên Meclisa Jinan li Minbicê ye. Cihê xwe di nava rêveberiya meclisê de digirt. Her wiha weke endama têkiliyên diplomatik, berdevka komîteya perwerdeyê hatibû erkedarkirin. Hena di heman demê de Endama Yekîtiya Rewşenbîrên Minbicê bû.

Hena Şerîf sala 1973`an li gundê Boraza yê bejahiya rojavayê bajarê Kobanê jidayik bûye. Duh di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Endama Rêveberiya Meclisa Jinan li Minbicê Henaa Şerîf li goristana bakurê bajarê Minbicê duh hate defnikirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din