YBŞ…berxwedêriyek di komkujiyê de bişkivî

Yekîneyên Berxwedana Şengalê di dema komkujiya çeteyên DAIŞ`ê li dijî Êzidiyan di Tebaxa 2014`an de hate damizrandin. Bû rêxistineke leşkerî ya li ser bingehê civaka exlaqî-polîtîk, ku tevî hemû siyaset û hewldanên hedefgirtinê parastina jiyana hevbeş dike û mayînde dike.

Îro salvegera 6`emîn a damizrandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ye, ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî herêmên Şengalê ya Başûrê Kurdistanê di 2014`an de li Iraqê derket holê. Gelo vê hêzê çi destkeftî bi xwe re anî, çawa xwe bi rêxistin dike û astengiyên li pêş wê çi ne?

Çeteyên DAIŞ`ê di sibeha 3`ê Tebaxa 2014`an de êrişî qezaya Şengalê ya Başûrê Kurdistanê kir û li dijî gelê êzidî komkujî pêk anî ku 2 hezar û 213 êzidî hatin kuştin, zêdetirî 390 hezarî koçber bûn û 6 hezar û 417 jin û zarok hatin revandin.

Komkujiya li dijî êzidiyan wekî duyem mezintirîn komkujî û qirkirinên li dijî gelan di serdema nû de û fermana 74`an a di dîroka êzidiyan de, hate pejirandin.

Gelê êzidî hewl da  herêmên xwe û cihên xwe yên pîroz biparêzin. Lewra bi destpêkirina êrişa çeteyên DAIŞ`ê re komeke biçûk ji ciwanên êzidî çek rakir. Lê belê ji ber kêm tecrûbeyê û kêmbûna çebilxaneyê, nikarînbûn êrişê têk bibin. Ciwanan careke din bi piştgiriya YPG`ê,YPJ`ê û HPG`ê xwe wekî koman bi rêxistin kir.

Bi vê yekê di 4`ê Tebaxa 2014`an de anku piştî rojekê ji êrişa DAIŞ`ê li dijî herêmên Şengalê û vekişîna hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê PDK`ê , Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ`ê hate damizrandin.

Fermandarekî YBŞ`ê Dijwar Feqîr wiha dibêje: "Yekîneyên Berxwedana Şengalê di nava komkujiya li dijî êzidiyan di 3`ê Tebaxa 2014`an de hate damizrandin. Di demeke hesas de ku gelê êzidî rastî qirkirineke fîzîkî û çandî dihat, diviyabû ku hêzeke ji ciwanên herêmê parastina herêmê dike bê avakirin."

YBŞ`ê li kêleka YPG`ê, YPJ`ê û HPG`ê karîbûn qezayê Şengalê û cihên ku sivîl li çiyayên Şengalê koçberê bûne, biparêze. Her wiha di 13`ê Cotmeha 2015`an de ji ber ku cografiya herêmê baş dizanîn, roleke girîng di rizgarkirina herêman û tuenkirina çeteyên DAIŞ`ê de lîst.

Ta rizgarkirina tevahî qezaya Şengalê û herêmên rêveberiyê, YBŞ`ê di gelek qonaxan re derbas bû. Di qonaxa yekemîn a di 8`ê Tebaxa 2014`an de parastina çiyayên Şengalê û koçberên êzidî kir û ew gihandin cihên bi ewle yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Qonaxa duyemîn jî bi navê "îspatkirina berxwedanê" bû di 20`ê heman mehê de. Di wê qonaxê de piştî şerê rû bi rû yê di navbera YPG`ê, YPJ`ê û HPG`ê ji aliyekî ve û çeteyên DAIŞ`ê ji aliyekî din ve, dorpêça ji hundir û derve ya li ser çiyayên Şengalê hate şikandin û tevî derfet û cebilxaneya kêm jî, şerê yekser ji nêz ve dest pê kir.

Berxwedana ku YBŞ`ê nîşan daye, nexasim piştî şikandina dorpêçê ji ser çiyayên Şengalê, moraleke mezin da hêzên ku parastina qezayê dikin. Bi wê yekê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê derbasî qonaxa nû ya rizgarkirin û vegerandina herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de bû û pêngava yekemîn (pêngava rizgarkirina navçeya Bare) di 15`ê Mijdara 2014`an de dest pê kir.

ŞENGAL DI 14 MEHAN DE JI ÇETEYÊN DAIŞ`Ê HATE RIZGARKIRIN

Fermandar Dijwar Feqîr tekez kir ku yekîneyên wan di 4 qonaxên borî de piştî 14 mehan ji êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî Şengalê, karîbûn qezayê rizgar bikin û zêdetirî 390 sivîlên ku ji ber komkujiyan ji herêmê koçber bûbûn, biparêzin.

Piştî rizgarkirina Şengalê, hêzên YBŞ`ê xwe di nava kom, foc û lîwayên leşkerî yên rêxistinkirî de bi rêxistin dike. YBŞ`ê parastina civaka êzidî, xak, nirx û baweriya wan ji êrişên hundirîn û derve ji xwe re bingeh digire û bi azadiya jinan û civaka demokratîk bawer dike.

Sîstema hundirîn a YBŞ`ê li ser esasê civaka exlaqî-polîtîk û yekitiya niştîmanî ya Kurdistanî ava bûye. Wekî hêzeke leşkerî bi erkên xwe yên parastinê radibe û rêzê li hemberî hemû bawerî, çand, ziman û netewan digire, her wiha parastina jiyana hevbeş a gelan dike û mayînde dike.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê dawiya 2015`an konfransa xwe ya yekemîn li dar xist û ji nû ve şêweyê yekîneyan li gorî sîstemeke parastinê ya nû ava kir, fermandarên leşkerî yên nû hilbijart, sîstemeke hundirîn a li gorî baweriya yekîneyan bi pêş xist û du berdevkên fermî hilbijart.

Ji ber zêdebûna hejmara leşkerên jin di nava refên YBŞ`ê de, destpêka 2016`an Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hate damizrandin.

Li ser qonaxa piştî rizgarkirinê, Dijwar Feqîr destnîşan kir ku tevkî hemû astengiyên li pêş wan, siyaset û êrişên li dijî herêmê û şerê taybet ê li ser civaka êzidî jî, yekîneyên wan xwe ji nû ve bi rêxistin kirin.

JI BO PARASTINA DESTKEFTIYÊN GELÊ HERÊMÊ, HEVKARIYA BI ALIYÊN LEŞKERÎ YÊN IRAQÊ RE

Dijwar Feqîr îşaret pê kir ku YBŞ`ê bi hevkariya bi hemû aliyên leşkerî yên li Iraqê re hewl dide ku destkeftiyên gelê herêmê, gelê êzidî û civaka Iraqê ji destdirêjiyê biparêze. Her wiha tekez kir ku hêzên wan li ser bingehekî mirovî şer dikin û amade ne ku parastina hemû herêmên Iraqê bikin.

Ji aliyê rêxistinî ve jî, yekîne û rêxstinên leşkerî di bin sîwana Meclisa Yekîneyên Berxwedana Şegalê de kom dibin. Meclis ji 21 endaman pêk tê, ku di konfransa her du salan dde tên hilbijartin. Her wiha ji aliyê rêveberiyê ve meclis desteya herî bilind a dayîna biryarê ye.

Akademiyên leşkerî yên YBŞ`ê yên perwredeyê ev in: "Akademiya Derwîşê Evdê, Akademiya Şehîd Xanê ya perwerdeya şervanên nû, Akademiya Şehîd Berxwedan a perwerdeya îdiyolojîk a endam û fermandarên leşkerî li ser esasê êzidiyatiya nûjen."

Her wiha ji bo peydakirina pêdiviyên xwe, YBŞ`ê sazî û komîteyên leşkerî ava kirine, ku ji wan: "Cebilxane, arşîv û belge, ragihandin, têkilî, diravî, tenduristî, îstixbaratên leşkerî, zagona leşkerî" ne.

ÊRIŞÊN LI DIJÎ YEKÎNEYÊN ME BERDEWAM IN

Rêxistina leşkerî ya parastinê (YBŞ, YJŞ) ku li Şengalê hatiye avakirin, piştî komkujiya dawî rê li pêşiya derketina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê girt. Lê belê hîna ji aliyê hêzên PDK`ê û Tirkiyê ve, tê hedefgirtin.

Heta niha qezaya Şengalê û hêzên leşkerî yên qezayê rastî zêdetirî 27 hewldanên hedefgirtinê hatine. Ya destpêkê di 3`ê Adara 2017`an de bû, dema ku hêzên PDK`ê li navçeya Xanasorê êrişî nuqteyên YBŞ`ê û nuqteyên asayîşa Êzidxanê kirin û hewl dan ku serweriya herêmê bikin û rola hêzên leşkerî li wir bi dawî bikin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker hedefgirtina nuqteyên leşkerî yên Yekîneyên Berxwedana Şengalê dewam dike, ku cara dawî di 15`ê Hezêrana îsal de bi zêdetirî 21 derbeyên asîmanî çiyayên Şengalê bombebaran kiribû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din