YBŞ’ê şehadeta şervanekî xwe ragihand

Fermandariya YBŞ’ê daxuyand ku şervanê wan Hesen El-Bîcarî krîza dil derbas kiriye û di encamê de şehîd bûye.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta şervanê xwe Hesen El-Bîcarî ku ji pêkhateya Ereb e, ragihand.

Di daxuyaniya YBŞ’ê de wiha hate gotin:

“Em wek gelên Şengalê di merheleyeke pir girîng û dîrokî re derbas dibin. Bi taybet piştî êrişên hovane yên li dijî mirovahî, çand, bawerî û olan ên çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin û Şengal hat rizgarkirin, tifaqek di herêmê de çêdibe û bingeheke girîng hate bidestxistin. Ev yek ji bo me wateyeke pir pîroz û binirx e. Di vê wateyê de beşdarbûyîna ciwanên gelê me yê Ereb di nava YBŞ’ê de pêngaveke dîrokî ye. Ev yek bersiva gelê me ya herî mezin a ji bo dijmin e. Yek ji van ciwanan ê ku gihîşte rastiya civakî û beşdarî hêza gelê xwe yê YBŞ’ê bû, hevrêyê me Hesen bû.

Hevrêyê me Hesen di roja 30’ê Gulanê de di encama krîza dil de, ruxmî hemû mudaxeleyan gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Hesen ji roja tevlêbûna xwe heyanî roja şehadeta xwe bi zanist, dilgermî, fedakarî, kelecan û bîryardariyeke mezin tev digeriya. Hevrêyê me Hesen li ser şopa Mahîr Teyawiyan û heyanî Ferhad Dilêman her tim di nava têkoşînekê de bû. Li ser esasê rastiya civakan û gelan her tim xwe perwerde kirin, esas digirt. Bi van taybetmendiyên xwe û sekna xwe her tim li pêş bû û ji aliyê hevrêyên xwe ve dihat mînakgirtin. Şehadeta hevrêyê me Hesen di demeke wisa de û bi vî rengî ji bo me êşeke giran e.

Hevrêyê me Hesen çawa ku di jiyanê de di bû mînak û di sekna xwe de bawerî dida, em hevrêyên wî soza berdewamkirina doza wî, pêkanîna xeyal û armancê wî didin. Li ser vî esasî di şexsê malbata xwe ya hêja de, ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Soza ku me daye şehîdên xwe em careke din di şexsê hevrêyê xwe şehîd Hesen de dubare dikin. Em dibêjin xeyal û armanca şehîdan a tifaq û azadiya gelê xwe em ê mîsoger bikin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

 

Nav: Elî Şerabî Silêman El-Elî
Navê Tevgerê: Hesen El-Bîcarî
Cihê Jidayikbûnê: Nehya Şemal
Navê Dayik û Bav: Wetfa Nehîr - Şerabî Silêman El-Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: 30 Gulan 2020 / Medîban”

ANHA


Mijarên Din