YBŞ: Hinek hêz dixwazin bidin nîşandan ku rewşa ewlekariya Şengalê ne aram e

YBŞ’ê îdiayên têkildarî teqîna li Şengalê ku dibêjin êrişeke hewayî ye, derewandin û diyar kir ku “Hinek hêz an jî partî, bi taybet piştî gelê me vedigere ser axa xwe, dixwazin bidin nîşandan ku rewşa ewlekariya Şengalê ne aram e.”

Navenda Ragihandinê ya YBŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku hin alî hewl didin teqîna duh bi şev li herêma Şengalê pêk hatiye wek êrişeke hewayî nîşan bidin û bi vê yekê dixwazin Şengalê wek devereke nearam nîşan bidin. Her wiha YBŞ’ê diyar kir ku di dema teqînê de li asîmanê herêmê tu balafir tune bûne û têkildarî bûyerê dê Fermandariya YBŞ’ê agahiyeke berfireh bide.

Berfirehiya daxuyaniya Navenda Rahihandiyê ya YBŞ’ê wiha ye:

“Duh bi şev saet di 20:45’an de li nêzî mezargeha Şerfedîn ku cihekî pîroz ê civaka me ye, wesayîtek teqiya. Lê belê hê jî nehate zelalkirin ku ev wesayît çawa yan jî ji aliyê kê ve hatiye teqandin. Lê belê tişta ku balê dikşîne, hinek hêz û hêzên PDK’ê destnîşan kir ku wek êrişeke hewayî pêk hatiye. Dema ku ev wesayît teqiya, ne balafirên keşfê ne jî yên şer li asîmanên Şengalê nîn bûn. Her wiha cihê ku wesayît lê teqiyaye, ne girêdayî hêzên me YBŞ’ê ye. Ew herêm girêdayî pêşmergeyên Kasim Şeşo ye.

Di vir de xuya dike ku careke din hinek hêz an ji partî dixwazin bi van gotin û lîstokên xwe, bi taybet piştî gelê me vedigere ser axa xwe, bidin nîşandan ku rewşa ewlekariya Şengalê ne aram e. Lê belê piştî têkoşîna 6 salan aramiya ku di Şengalê de çêbûye li tu deverên Irak û Başûrê Kurdistanê çênebûye. Kesên dixwazin bi van gotin û lîstokan aramiya Şengalê xira bikin, nagihêjin armanca xwe.

Der barê bûyerê de ji aliyê fermandariya me ve dê daxuyanî were dayîn.”

ANHA


Mijarên Din