Xwepêşenderên li dijî dagirkeriyê: Em Skenderoke din naxwazin

Bi sedan şêniyên bajarokê Hecînê yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê û gundên dora wê îro tev li meşek girseyî  ya ji bo şermezarkirina komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne bûn. Şêniyan gotin ku ew li rex Hêzên Sûriye Demokratîk in.

Meş li ber Nexweşxaneya Hecîn a Giştî destpê kir. Di meşê de rûspiyê êla El-Şaîtat Xelîl El-Hindawî got Erdogan bi rêya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê  dixwaze serfiraziyên dewleta Osmanî yên beriya 100 salî vegerîne.

El-Hindawî wiha domand: "Ev êrîş ne tiştek ne nû ye, lê belê ji demekê ve hatiye plankirin. Hindek dewletî herêmî û navdewletî tê de şirîk in. Ev plan bi derbasbûna yekemîn çeteyê DAIŞ`ê bi rêya sînorên Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re destpê kir."

El-Hindawî got, giyana berxwedanê hîna di nav ciwanên tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye çandiniye û dê her destê ku dixwaze êrîşî herêmê bike û dagir bike qut bike.

Ji aliyê xwe ve rûspiyê êla gundê El-Behra Hemûd El-Salih diyar kir ku ew her projeyek ji bo parçekirina Sûriyê û qutkirina beşin jê red dike û got: "Ji mudexeleya Tirkiyê re na û ji Lîwa Skenderonek nû re na. Tirkiyê Lîwa Skenderon bi heman hincetan bir. Em ji vir ji gundê El-Behra ji şêniyên bakurê Sûriyê re bi giştî dibêjin em bi we re ne û em dest ji bostek ji axa Sûriyê bernadin. Em bêdengiya navdewletî der heqê axa Sûriyê de şermezar dikin."

Rûspiyê bajarokê El-Baxoz Hews El-Casim bang li civaka navdewetî kir ku berpirsyariyên xwe li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin cih. El-Casim şûnên dagirkeriya Osmanî ji nezantî, xizanî û qirkirina tevhiya pêkhateyan di dirêjahiya 4 serdemên dagirkirinê de bi bîr xistin.

El-Casim got: "Em ji tevahiya cîhanê re ji vê axê ji navenda bajarê Hecînê yê ku ji gelek êlan pêk tê dibêjin bihêlin em di nav aştiyê de bin. Gelê Sûriyê dîroka dagirkeriya Tirk ji 400 salan ji bîr nake."

(şx)

ANHA


Mijarên Din