Xwepêşandêrên lubnanî navenda Wezareta Karên Derve kontrol kir

Îro xwepêşandêrên lubnanî  bi ser avahiya Wezareta Karên Derve ya li herêma Eşrefiyê ya li naverasta paytextê Beyrûtê de girt, her wiha li ser "Beyrût bê çek e" nivîsandin.

Di encama karesata teqîna li Beyrûtê de ku zêdetirî 158’an jiyana xwe ji dest da, lubnaniyan xwepêşandaneke bihêrs li naverasta paytexta Lubanê Beyrûtê li dar xist.

Hêzên ewlehiyê jî li dijî xwepêşandêrên ku berê xwe didan parlamentoyê gaza rondikrêjê avêt.

Her wiha di navbera hêzên ewlehî û xwepêşandêran li nêzî avahiya parlamentoyê de şer rû da.

Xwepêşandêr li qadên Necma û Şuhada digel belavbûna artêş li kolanên paytextê de kom bûn.

(fr)


Mijarên Din