Xwepêşandana Helebê: Dagirkeriya Tirk jiyanê qetil dike

Bi durişma ‘‘Dagirkeriya Tirk jiyanê qetil dike‘‘ , bi sedan şêniyên Helebê daketin qadan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

Meclisa Tenduristiyê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê xwepêşandanek ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagfirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê organize kir. Di xwepêşandanê de bi sedan şêniyên Helebê başdar bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxê destpê kir û di kolanên sereke yên taxê re meşiyan.

Xwepêşandandêran, wêneyên qurbaniyên komkujiyên artêşa dewleta Tirk a dagirker hilgirtibûn. Her wiha durişmên bi nivîsên ``Fosfora Tirkiyê gel û zarokên me qetil dike``, ``Erdogan kaniya xwînê ye``, Silav li Berxwedana QSD`ê``, `` Bijî Berxwedana Gelan`` û ``Na ji dagirkeriya Tirk û komkujiyan re``, hilgirtibûn.

Xwepêşandan li çerxeriya Rêbertiyê ya li rojhilatê taxê sekinîn û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de gelek axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclisa Tenduristiyê hevseroka meclisê Leyla Hesen û ji rêvebirên nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Kamîran Şêx Dawûd axivîn, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteytên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

Axaftvanan diyar kirin ku bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibû spartgeha bi hezaran koçberên bajarên din ên ku ji ber şer reviyan e.

Axaftvanan her wiha êrîşên dagirkeriya dewlata Tirk û çeteyên wê li ser kadroyên tibî û tîmên tenduristiyê şermezar kirin û bang li civaka navnetewî û rêxistinên mirovahiyê kirin ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê ,erkên xwe pêk bînin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din