Xwepêşandana Girê Spî didome

Xwepêşandana li Girê Spî ya ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker di roja sêyemîn de didome.

Şêniyên kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina gefên dawîn ên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, xwepêşandanên xwe li ser sînor didomînin.

Şêxên eşîran û pêkhateyên Girê Spî beşdarî xwepêşandanê bûn. Xwepêşandan li taxa Munbetih a li beramberî sînorê Tirkiyê tê lidarxistin. Di xwepêşandanê de hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemdan Ebid, bi navê şêxên eşîrên herêmê endamê Komîteya Lihevanînê ya Girê Spî Îbrahîm Îsa, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Mûşî, endamê PYD`ê yê Eyn Îsa Silêman Hesen, endama Kongreya Star ya Eyn Îsa Sewsen Abdulnasir, ji rêveberên Komîteya Aborî ya girêdayî Meclisa Kantona Girê Spî Elî Hemîdî axivîn.

Di axaftinan de hate tekezkirin ku ew bi rêya çalakiya xwe dagirkeriya Tirkiyê red dikin û li hember hêzên dagirkeran disekinin.

Di berdewamiya axaftinan de wiha hat gotin: "Şehîdên me ji me re mezintirîn mînak in. Em şopdarên rêya wan in. Em tu carî derfetê nadin ku tu kes bi keda wan bilîze."

Her wiha xwepêşandêran diyar kir ku heta ku xetereyek li ser xaka wan hebe, ew ê çalakiya xwe berdewam bikin.

Xwepêşandana li bajarê Girê Spî bi beşdarbûna şêniyan didome.

(bx)

ANHA


Mijarên Din