‘Xweparastin ne tenê bi çekê ye, divê civak xwe di bîrdozî de jî bi çek bike’

Endamê rêveberiya Akademiya Şehîd Bêrîtan diyar kir ku armanca wan ji vekirina perwerdeyên bîrdozî ew e ku rêgeza xweparastinê xurtir bikin, ji ber artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî herêmê dikin û parastin ne tenê bi çekê ye.

Di demekê de ku artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û gelek gundên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê dikin armanc, îro Akademiya Şehîd Bêrîtan a girêdayî Akademiyên Civaka Demokratîk bi navê Şehîd Basil El-Şêx Salih ji bo Hêzên Parastina Civakê (HPC) dewreyek vekir.

Perwerdeya ku 15 rojan dewam kir, 35 endamên HPC`ê tev li bûn û waneyên bîrdozî û leşkerî standin.

Hin endamên ku tev li perwerdeyê bûne û endamê rêveberiya Akademiyê axivîn û girîngiya perwerdê û xweparastinê da nasîn.

Ji endamên ku dewre bi dawî kiriye, Hanî Osman got perwerdeya ku dîtine gelek sûd jê girtin, jê jî parastina xakê, biratiya gelan, jiyana hevbeş, parastina herêmê û gel û rihê hevaltiyê wane hatin dayîn.

Hanî Osman da zanîn ku tevî rewşa li bajêr û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê jî, lê ew xwe di qada bîrdozî de bi pêş dixin û da ku vê xakê biparêzin vîna xwe xurtir dikin.

Endamê rêveberiya Akademiya Şehîd Bêrîtan Hisên Emawî jî axivî û got ku kesên tev li perwerdeyê bûn, waneyên bîrdozî yên têkildarî dîroka herêmê dîtin, her wiha mijarên wekî şerê taybet û dewreyên leşkerî jî standin.

Hisên Emawî bi lêv kir ku ev dewre di demeke wiha tê vekirin ku herêm ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve rastî êrişan tê û armanca wan belavkirina fikra xweparastinê ye nexasim di vê demê de.

Hisên Emawî di dawiya gotina xwe de destnîşan kir ku xweparastin ne tenê bi çekê ye, lê divê şêniyên herêmê xwe di aliyê fikirî, exlaqî û civakî de jî perwerde bikin, di heman demê de divê her kes xwe perwerde bike, da ku xwe, civak û xaka xwe biparêze.

(eh)

ANHA


Mijarên Din