Îro li 571 dibistanên li herêmên Firatê, 50 hezar û 949 xwendekarên qonaxa seretayî bawernameyên xwe wergirtin.
Tê payîn ku di rojên pêş de bawername li 10 hezar û 560 xwendekarên qonaxa navîn û 2 hezar û 450 xwendekarên qonaxa amadehî werin belavkirin.
Xwendekarên ku îro bawernameyên xwe wergirtin, cil û berên folklorî li xwe kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ezmûnên dawiya sala xwendinê ya 2022-2023`an di 14`ê Gulanê de dest pê kiribûn û 25`ê Gulanê bi dawî bûn.
ANHA