Xwendekarên Qamişlo got “Me nekujin!”

Ji bo şermezarkirina komkujiyên ku dagirkeriya Tirk li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û ya dawî komkujiya Til Rifetê, xwendekarên bajarê Qamişlo meşek li dar xist û pankartên "Me nekujin" hildan.

Xwendekar û mamosteyên Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiya ku di 2`yê Kanûnê de li Til Rifetê pêk anîn ku di encama wê de 10 sivîl şehîd bûn, di nav de 8 zarok, meşek li dar xist.

Di meşê de endamên partiyên siyasî jî amade bûn.

Xwendekaran wêneyên qurbaniyên komkujiya Til Rifetê ku artêşa Tirk a dagirker pêk anî, pankartên "Xwîna zarokên me di qirika we de ye”, “Kanê rêxistinên mafên microvan”, “Kurd bangewazên aştiyê ne” û “Şehîdên me rûmeta me ne" hildan.

Meş ji pêşiya Çerxerêya Şehîd Rûbar li aliyê rojavayê bajarê Qamişlo ber bi Dibistana Lîwa li taxa Siyahî û heta Stada Şehîdên 12`ê Adarê meşiyan û li kêleka Komseriya Koçberan li taxa siyahî rawestiya.

Li pêşiya komseriya koçberan daxuyaniyek bi navê Yekitiya Xwendekaran û saziyên perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanê kurdî ji aliyê endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê; Rêzan Hemo û bi zimanê erebî ji aliyê endama Komîteya Jinan di perwerdeyê de Henan Iniz ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Tiştê ku di 2`yê Kanûna 2019’an de li Til Rifetê pêk hat ku hezaran malbatên koçberan ji Efrînê lê dimînin, şermeke li ser rûyê mirovahiyê, ev kiryar di hemû zagon, olan û qanûnên mirovî de nayê qebûlkirin, ev yek bi biryara Erdogan ku pêk hat."

Bi navê yekitiya xwendekar û saziyên perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyê êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bêdengiya navneteweyî li beramberî tiştê ku dewleta Tirk û çeteyên wê dikin, şermezar kir.

Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din