​​​​​​​Xwendekarên ji Şamê gihaştin testa "KIT" kirin û dê bikevin karantînayê

Bi dehan xwendekarên ku li Şamê dixwînin, gihiştin balafirgeha Qamişlo û testa vîrusê ji wan re hate kirin.

Bi dehan xwendekarên ji herêma Cizîrê ku li zanîngehên Şamê dixwînin gihiştin balafirgeha bajarê Qamişlo. Tîmên awarte yên Desteya Tenduristiyê ya Herêmê Cizîrê testa "KIT" ya keşifkirina vîrusa Koronayê ji wan re çêkirin.

Piştî ku test bi dawî bibe dê xwendekar 14 rojan di karantînayê de bimînin.

Endama Rêveber a Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Rojîn Ehmed  diyar kir ku navnedên karantînayê yên xwendekaran bi hemû alav û pêwîstiyên lojîstîk hatine amadekirin. Piştî teqez bû ku bi vîrusê neketine dê ji karantînayê werin derxistin.

Di 7‘ê Nîsanê de hejmarek din a rêwiyên Şamê gihiştin balafirgê, berpirsên balafirehê yên girêdayî rejîmê hin kes ji karantînayê revandin.

ANHA


Mijarên Din