Xwendekarên Efrînê: Em di xwendinê de bi israr in

Xwendekarên Efrînê yên li Şehbayê, di sala xwendinê ya nû de azaran dikişînin. Li rexê jî pêdiviyên dibistanê kêm in. Ji lew re xwendekar neçar dimînin ku li şûna li ser daniştan rûnin, li ser erdê rûdinin. Tevî wê jî xwendekar tekez dikin ku ew ê xwedina xwe ya li dijî dagirkeriyê û ferzkirina siyasetên wê bidomînin.

Ev nêzî mehekê ye ku li kantona Şehbayê xwendina sala nû hatiye destpêkirin. Lê xwendekar azaran ji dest kêmbûna pêdiviyên xwendinê li kamp û dibistanên wêrankirî, dikişînin.

Di her sibehekê de zarokên Efrînê yên neçar koçberiyê bûne, berê xwe didin dibistanên wêrankirî û konên ku KPC_D ku weke refan ji wan re amade kirine. Hejmara xwendekarên li kantona Şehbayê ji sala borî zêdetir bûye. Li gor serjimariya KPC_D’ê hejmara xwendekaran a îsal zêdetirî 13 hezar in û li 65 dibistanan hatine belavkirin.

Xwendekar azar û êşên kêmbûna pêdiviyên dibistanê û tunebûna çenteyan di nava çembera rejîma Sûriyê de û qedexekirina derbasbûna madeyan ji Şehbayê re, dikişînin.

Ji lew re gelek xwendekar neçar dimînin ku li ser erdê rûnin, da ku waneyên xwe bistînin. Ji ber ku daniştok li dibistanê tune ne.

KPC_D, hewl dide tevahî pêwîstiyên xwendinê ji xwendekarên herêma Efrînê re dabîn bike, da ku xwendina xwe bidomînin.

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşî kantona Efrînê kirin. Bi wê re jî gelek wêrankirin û xirabî bi xwe re anîn. Her wiha zêdetirî 68 dibistan ku tê de xwendekaran perwerde didîtin, hatin wêrankirin. Di 18’ê Adara sala borî de şêniyên Efrînê neçar man ku berê xwe bidin kantona Şehbayê.

Dewleta dagirker a Tirk hewl da binesaziya bajarê Efrînê ji destpêka êrîşkirinê ve, îmha bike. Da ku hebûna Kurd tune bike, xwendinê biçewisîne û siyaseta tirkkirinê li ser şêniyên herêmê ferz bike.

Rêveberên KPC-D’ê û hin xwendekaran ji ajansa me  re tekez kirin ku li gel rewşa dijwar dê di xwendina xwe de bi israr bin.

Zehîda Memo rêvebera KPC_D’ê anî ziman ku tevî koçberiya bi zorê ya li kantona Şehbayê jî, xwendekarên Efrînê xwendina xwe li dibistanên ku ji hêla KPC-D’ê ve hatine sererastkirin, didomînin.

Zehîda got: “Em pir êşan di dibistanên wêrankirî û kêmbûna pêdiviyên dibistanan de dikişînin. Rejîma Sûriyê jî çemberek teng li ser şêniyên kantona Şehbayê ferz kiriye.”

Xwendekar Ehmed Hesen diyar kir ku ew li rexma rewşên dijwar ên havîn û zivistanê jî xwendina xwe didomînin.

Hesen tekez kir ku artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê dibistanê Efrînê hilweşandin û fêrbûna zimanê Tirkî li ser şêniyên di hundirê Efrînê de ferz kir. Her wiha Hesen diyar kir ku dê heta vegera li dibistanên Efrînê, li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Xwendekara di qonaxa amadehî de Sema Osman jî got: “Em di berxwedan û  xwendina xwe de bi  israr in. Em ê hemû zehmetiyan derbas bikin û li dibistanên xwe yên li Efrînê vegerin.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din