Xwendekar û mamosteyên Reqayê: Em ditirsin ku cehalet dîsa belav bibe

Xwendekar û mamosteyên Reqayê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û got "Em naxwazin şer vegere. Em aştiyê dixwazin û em dixwazin perwerdeya xwe dewam bikin."

Mamoste û xwendekarên bajarê Reqayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bûn sedema koçberiya bi hezaran şêniyan û girtina bi sedan dibistanan, şermezar kirin.

Di êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, xwendekar û mamoste ditrisin ku careke din nezanî belav bibe, piştî vekirina dibistanan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li herêmên rizgarkirî.

Mamosteyên Reqayê xuya kir ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rûyê din ê DAIŞ`ê ne û êrîşên wan  li dijî zanînê ne. Mamosteyan destnîşan kir ku dîroka dewleta Osmanî di belavkirina nezaniyê li herêmên ku dagir dike, tijî ye û heta niha bermahiyên wê hene, her wiha li herêmên ku çeteyên Artêşa Azad dagir dike, li ser rêya dewleta Tirk a dagirker nezaniyê belav dikin.

Mamoste Sead El-Dehîm got dagirkeriya Tirkiyê siyaseteke qirêjî di guhertina demografiya herêmên ku dagir dike, dimeşîne û çete di belavkirina nezaniyê de wek amûreke hêsan tên bikaranîn û paşê fikrên li gorî armancên xwe belav dike.Ev yek jî bandoreke neyînî li domana jiyanê bi giştî dike.

Mamoste Fatime El-Hemûd jî destnîşan kir ku mamosteyên li Reqayê di perwerdekirina zarokan û belavkirina zanînê de dewam dikin û wiha got: "Xwendekarên li bajarê Reqayê gelek salan ji perwerdeyê qut bûn. Lê piştî rizgarkirina bajarê Reqayê me dikaribû dibistanan vekin û baweriya zarokan bi xwendinê bînin, lê eger Tirkiye di êrîşên xwe ser herêmên me de dewam bike, dê nifşekî birûxîne."

Her wiha xwendekara bi navê Nûr El-Hesen hêvî kir ku ewlehî li Sûriyê giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê taybet belav bibe û wiha got: "Ez naxwazim pêşeroj birûxe, em naxwazin şer vegere."

Xwendekarê bi navê Yezen El-Mihemed jî wiha got: "Me bawer nekir ku em ji DAIŞ`ê xelas bibin û vegeriyan dibistanên xwe. Îro em ditirsin ku careke din şer vegere herêmên me. Êdî em ji şer aciz in."

(jo)

ANHA


Mijarên Din