Xwendekar û mamosteyên Minbicê li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Bi hezaran mamoste û xwendekarên bajarê Minbicê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina aliyê perwerdeyê meşek lidar xistin.

Meş ji aliyê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê destpê kir. Bi hezaran mamoste, endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê tev li meşê bûn.

Di meşê de ala komîteya Perwerde û Fêkirinê ya bajêr, ala Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, ala Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Minbic û gundewarên û pankartên şermezaririna êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina navendên perwerdeyê hatin hildan.

Meş li navenda bajar veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl Nezîfa Xelo axivî û berxwedan şervanên QSD`ê silav kir.

Nezîfa di axaftina xwe de got li dijî  çeteyên DAIŞ`ê bi hezaran kes şehîd bûn, Tirkiyê jî herêmên wan topbaran dike, duh Efrîn, Bab, Cerablus û Ezazê dagir kir û wiha pêde çû:"Her kes berjewendiyên dewleta Tirk  a dagirker nas dike. Bi hincetên derew êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ew e ya ku terorîstên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra û komên radîkal xwedî dike."

Nezîfa di axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker şêwazên herî qirêj bikar tîne, siyasetmedar kir hedef û bi cenazeyên wan list, her wiha çekên kîmiyawî  yên qedexekirî li dijî gelê Sûriyê li Serêkaniyê bikar anî.

 

Paşê Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêkirinê Suhêl Walî ev tişt got:"Hilweşandina dibistan û binesaziya me tê wateya hilweşandina çanda fêrkirinê. Armanca dewleta Tirk a dagirker ne avakirina "herêma ewle" ye. Lê belê armanca wê ku perwere û fêkirinê têk bibe. Ji ber civak li ser esasê firkên rast tê avakirin."

Her wiha bi navê mamosteyên Minbic û gundewarên wê Hiyam Mûsa, bi navê xwendekarên Minbicê Emce Hemdiya axivîn. Di axaftinan de bang li NY`yê û UNESCO`yê hat kirin ku amûra kuştinê bisekinîn, dibistana vekin da ku zarokên herêmê ji xwendinê mehrûm nemînin. Her wiha axaftvanan berxwedana QSD`ê li dijî hêzên zilmkaran silav kir.

(bx)

ANHA


Mijarên Din