Xwendekar: Em ne ji bo qetilkirinê hatine dunyayê, lê ji bo jiyankirinê hatine dunyayê

Xwendekarên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ne ji bo qetilkirinê hatine dine,  lê belê ji bo jiyaneke bi rûmet bijîn hatine dine.

Îro bi slogana"Êrişên li dijî Rojava, destwerdana nirx û rêzgezên perwerdeya azad e"bi hezaran xwendekar û mamosteyên bajarê Qamişlo daketin qadan û êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, di heman demê de xwendekaran der barê girîngiya vegera li dibistanan û berdewamkirina sala xwendinê ya nû hişyarî dan.

Xwendekarên qonaxa seretayî, amadehî û navîn ên navçeyên rojava û rojhilat ên Qamişlo, hevseroka Perwerde û Fêrkirina ya herêma Cizîrê Semîra Hec Elî, malbatên xwendekaran û endamên saziyên sivîl beşdarî meşê bûn.

Xwêşandêran wêneyên şehîdan, nepoxên spî ku sembola aştî ne, pankartên bi nivîsên erebî, kurdî, îngilîzî û suryanî, alên QSD`ê, YPG û YPJ`ê hilgirtin.

Meş ji kolana Munîr Hebîb a taxa rojava ber bi kolana Siyahî ve çû. Xwepêşandêran sloganên"Em şer naxwazin, em aşîtîxwaz in, zarokan qetil nekin, na ji çewisandina zimanê dayîkê re, em dixwazin li dibistanên xwe vegerin, em hemû QSD`ê  ne, bijî biratiya gelan û na ji terorê re"berz kirin.

Xwepêşandan li pêşiya Navenda Komseriya NY`yê ya Karûbarên Koçberan a taxa Siyahî ya bajêr sekinî û li wir veguherî mîtîngê. Paşê daxuyanî bi zimanê erebî û kurdî hate xwendin.

Daxuyaniya xwendekaran wiha ye.

"Em wek xwendekar û mamosteyên qada Perwerde û Fêrkirinê yên kantona Cizîrê îro bi slogana"Êrişên li dijî Rojava, deswerdana nirx û rêgezên perwedeya azad e"êrişên li dijî fikir û rêgezên felsefeya mirovahiyê ku di salên şer û di çarçoveya Şoreşa rûmet û azadiyê de me bi dest xistine, şermezar û red dikin.Bi israr em dibêjin, na ji artêşa Tirk a dagirker e, temen çi dibe bila bibe, em dev jê bernadin, ji ber me li dijî koletiyê, kesayetek xurt, bi exlaq û azad ava kiriye."

Em wek kesayetên rewşenbîr û perwerdekirî ku li ser nirxên exlaqî û aşîtyane hatine perwerdekirin, em ê bi qelema xwe li dijî hemû hewldanên faşîst li ber xwe bidin, em nifşên nûnertiya hemû zarokên ku di şerê qirêj de bûne qurbanî û di encamê de gelek dibistan hatin wêrankirin û xwendekar koçber û amare bûn dikin.Ev a şerê derûnî yê herî hovane ye.

Tevî hemû êş û azarên şer ên ku em têre derbas bûne, lê belê xwedanê felsefeya rûmet, mirovahiya ku parastina hemû pêkhateyên herêmê dike û dê heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.

Em ne ji bo werin qetilkirin, hatine dine lê belê ji bo em bijîn û jiyaneke bi rûmet biafirînin, em ne tenê zarokên vî welatî ne, lê belê em çarenûsa her zarokekî di cîhanê de ne. Ji ber vê yekê em dagirkeriya xaka xwe red dikin, xwedî çand û ziman in pêwîstiya me bi tu kesî tune ye û şehîdên me di oxira parastina me de, canê xwe feda kirine."

Li ser vî esasî banga me ji gelên me yên bi rûmet heye ku li dibistanan vegerin, ji ber pêşeroja vî welatî ye, bi pênûsê em têkoşînê bikin, perwerdeya me felsefeya jiyanê ye ne bi qetilkirinê, şer û wêrankirinê ye. Ji xewn û xwestekên me ku em wek pinpinîkan li asmanê bexceyê welat bi azadî û rûmet bijîn, li ser xaka pîroz em gul û yesemîn in, ne balafir û tank in ku me qetil bikin.

Meş bi sloganên"Bijî berxwedana QSD`ê, li dibistanên xwe vegerin"bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din