‘Xwediyên vê axê yên esil em in’

Dewleta Tirk ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên dagirkirinê dixwe û qaşo îdia dike ku ew dê herêmê radestî xwediyên wê yên esil bike, rastî bertek û nerazîbûnên hemwelatiyên Girê Spî hat. Gel got xwediyê vê herêmê yên esil ew in.

Hemwelatiya bi navê Edlê Hesen ku ji gundê Yapsê yê Girê Spî ye, da zanîn ku dema ew diçin nava zeviyên xwe rastî êrîşa leşkerên artêşa Tirk tên û wiha got: “Zeviyên me nêzî sînor in. Ji ber ku leşkerên Tirk êrîş dikin, em nikarin biçin nava zeviyên xwe. Leşkerên artêşa Tirk bi lêkirina dîwarê li sînor 30 m ketin nava zeviyên me.  Em dixwazin li zeviyên xwe pembo, genim û garis biçînin, lê dema ku em dixwazin biçin nava zeviyên xwe leşkerên artêşa Tirk nabêjin jin, zarok û kalepîr û êrîş dikin.”

Edlê Hesen diyar kir ku ev hemû zevî ji pêşiyên wan mîrate mane û wiha axivî: “Ev zevî ji bapîrên me mîrate mane. Bi lêkirina dîwêr me got belkî erîşên wan rawestin, lê mixabin hê bêhtir em rastî gef û êrîşên wan tên. Dewleta Tirk gefên dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriye dixwe, çiyê wan li ser vê axê heye ku mafê êrîşê di xwe de dibinin?”

‘Em destûrê nadin ku axa me dagir bikin’

Edlê wiha axaftina xwe dewam kir: “Em ji dewleta dagirker a Tirk natirsin, em dê tu carî destûrê nedin ku xaka me bê dagirkirin. Ji bo parastina xaka xwe em ji mirinê re amade ne. Em dê wekî jin, zarok û kalepîr li dijî zordestan şer bikin û em dê axa xwe neterikînin.”

‘Ji bilî qatlîam û înkarkirinê tiştek ji bo me nekirin’

Edlê Hesen da zanîn ku dewleta Tirk ji bo wan ji bilî qetlîam û înkarê tiştek nekiriye û wiha axaftina xwe domand: “Di dema êrîşa li dijî Kobanê de 2 salan em bi hesreta xaka xwe jiyîn. Niha em li ser axa xwe di  nava aramiyê de dijîn. Ji ber wê yekê em naçin cihekî din û em dê koç nekin. Dewleta Tirk ji bilî qetlîam û înkarê dixwaze çi bike gelo?”

‘Dewleta Tirk zilmê li gelê mezlûm dike’

Ahmed Hesen ê ku li heman gundî anku gundê Yapsê dijî, da zanîn ku dewleta Tirk ne di roja îro de, ji dîrokê ve li dijî gele mezlûm zilmê dike û wiha got: “Dewleta Tirk ne bi zilma îro tê naskirin, tê zanîn ku ji dîrokê ve dewleta Tirk li hemberî gelê mezlûm zilmê dike. Dewleta Tirk êrîşî kesên biçin nava zeviyên xwe û yên sewalên xwe derdixin derve, dike.”

 ‘Dixwaze tirsê bixe nava gel’

Hesen têkildarî hêza gel a cewherî jî axivî û wiha domand: “Dewleta Tirk çi qas bixwaze tirsê bixe nava gel jî, hêza me û vîna me jî heye. Em dixwazin bi rih, fikr û zanista ku bi saya şoreşa Rojava derketiye holê,  bijîn.”

 ‘Li dijî Suryan, Kurd û Ermenan qetlîam û zilm hate kirin’

Hesen bi bîr xist ku îro roja biratî û yekitiyê ye û li ser qetlîamên ku di dîrokê de hatine kirin, wiha axivî: “Di dîrokê de jî tê zanîn ku dewleta Osmanî li dijî Ereb, Suryan, Kurd û Ermenan qetlîam kirine. Ji ber vê yekê di serî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li tevahiya Sûriyê divê hemû civak bibin yek. Divê em Ereb, Kurd, Ermen û Suryan li dijî dijminên hov li ber xwe bidin.”

‘Dewleta Tirk ji bo planên dagirkirinê li hincetan digere’

Hesen diyar kir ku her çi qas ku dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd û yên li herêmê dijîn wek gef nîşan bide jî, anî ziman ku di esasê xwe de gelê ku li ser vê erdnîgariyê dijî xwedî exlaq, wijdan û rûmetê ye û wiha axavtina xwe dewam kir: “Îro welatê Lîbyayê sînorê wî bi Tirkiye re tüneye, lê li gel wî jî bi balafiran êrîşî gel dike. Dîroka Tirkiyeyê tê zanîn, di roja me ya îro de jî tê xwestin ku dîroka Osmaniyan a di dema Abdulhamît de bê rojanekirin.”

Ahmed Hesen axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Em wek gelê herêmê, jin, zarok û kalepîr em dê heta dawiya dilopa xwîna xwe ji bo şeref û rûmeta xwe li ber xwe bidin.”

 (jo)

ANHA


Mijarên Din