Xwandekarên Mexmûrê nerazîbûn nîşanî helwesta ENKS’ê dan

Xwendekarên Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê helwesta ENKS’ê ya li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî şermezar kir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xwendekarên hemû dibistanên wargehê li ber deriyê Parka Şehîd Sema kom bûn û bi daxuyaniyekê helwesta ENKS’ê ya li dijî perwerdeya bi zimanê Kurdî şermezar kir.

Piştî qedeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê re daxuyanî ji aliyê xwendekar Sevgî Yeman ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê wiha tê gotin; “Dagirkerên ku bi dehê salane ji bo tinekirin û ji bo rakirina ziman û çanda gelê Kurd hewl dayî û nekarî bigihe armanca xwe, îro bi destê çend xwefiroşên Kurd dixwazin xwe bigihînin encamê û zimanê Kurdî yê ku bi sedsalane pêşengtiya wêjeya cîhanê kirî, ji holê bide rakirin û bi vî awayî gelê Kurd tine  bikin. Bi vê bûneyê êrişên xwe yên çekdarî yên li ser Başûrê welat, PDK ya ku xwe weke partiya Kurdî dide binavkirin, her wiha ENKS ya ku weke şopdarê konevaniya xwefiroşiyê, bi awayekî pir vekirî vê daxwaza dewleta Tirk pêktîne û bêyî ku şerm bike li hemberî tevahî gelê Kurd daxwaz dike ku zimanê Kurdî ji holê rabikin. Vê bêrêziya xwe li Rojavayê Kurdistanê ya ku bost bi bost bi xwîna pakrewanan hatî avdan, bêyî ku şerm bike, tîne ziman.”

Di daxuyaniyê bi tundî helwesta ENKS’ê tê şermezar kirin û wiha didome: “ Em bang li wan xayîn û xwefiroşan dikin ku dest ji van kiryar û reftarên xwe berdin. Dîsan em bang dikin ku bila baş bizanin em ê ti caran rê nedin ku ser xwîna şehîdên me bazaran didin meşandin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre xiyanet’, ‘Bijî Perwerdeya bi zimanê Kurdî’ û ‘Bijî berxwedana gelê Kurd’ bi dawî bû.


Mijarên Din