​​​​​​​Îxwan bi desteka Qeterê hewl dide serweriya Tirkiyê li Yemenê ferz bike

Şerê ku ev zêdeyî 6 sal in li Yemenê rû dide bi hemû germaniya xwe berdewam dike. Metirsiyên mezin ji destwerdanên Tirkiyê yên muhtemel hene. Li rex vê siyasetmedar û rojnamegerên girêdayî koma Îxwan li Yemenê propagandaya wê dikin, eşkere û zelel xwestin ku Tirkiye destwerdanê li Yemenê bike.

Demek beriya niha malpera 'Mint Press' a amerîkî ya ku bi dozên siyasî, aborî, derve û ekolojyayê ve eleqedar dibe got, serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan amadekariyan dike da ku mîna Lîbyayê destwerdana leşkerî li Yemenê jî bike.

Malpera Mint Press a amerîkî ragihandin: "Milîsên girêdayî Kombûna Îslahê ya Yemenê ya girêdayî Îxwan El-Mislimîn a hevalbendê siyasî û îdeolojîk îdolojî yê serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan li parêzgehên başûrê Yemenê şer dike, nexasim li Ebîn û Şebwayê."

Rayedarên yemenî demên berê ragihandibûn ku hin endamên Tirkiyê li parêzgeha Şebwayê hene, girêdayî şîrketa "SADAT" ya ewlehî ya çekdar a Tirkiyê ne. Ev şîrket mîna şîrketa Fagner a rûsî û Blackwater a amerîkî ye. Li gorî rayedaran şîrket ji aliyê mîralayî Tanrî Fardî ve tê birêve birin.  Tanrî Fardî mezintirîn şêwirmendê serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan bû.

Hejmarek siyasetmedar û hiqûqnasên yemenî metirsiyên xwe yên ji berjewendiyên Tirkiyê li Yemenê nîşan dan.

 ‘TÊKILIYÊN TERORÊ YÊN KOMA ÎXWAN BI RÊYA SÎNOR IN’

Berpirsê siyasî û ragihandinê yê rêxistina Wehdewî ya Nasirî li bajarê Teiz ê Yemenê, Mucîb Meqterî ji ANHA’yê re axivî û got: “Destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Lîbyayê baş nehat redkirin û li gorî dihat xwest li hember wê nehat sekinandin. Hin helwestên eşkere li dijî wê hebûn. Lê belê li hember serweriya hikumeta Îxwanê (hikumeta Wîfaqê) û hêsankirina karê koma Îxwan li Tunisê ku nûnertiya Tevgera Nehdayê dikin, nesekinî."

Her wiha destnîşan kir ku têkiliya terorê ya koma Îxwan El-Mislimîn êdî eşkere ye û Tirkan teşwîq dikin ku ber bi Yemenê ve biçin.

Meqterî bi domdarî got: "Berjewendî û planên Tirkiyê li Yemenê bi rêya çapameniya Îxwan El-Mislimîn û hin fermandarên wê eşkere bû ku daxwaza derkirina Koalîsyona Ereb kiriye û banga destwerdana Tirkiyê li Yemenê kirine. Tevî hişyariya gel, Îxwanan bi piştevaniya Qeterê karîn baregeh derveyî çarçoveya artêş li Şebwa û Teizê ava bikin da ku li hember hevrikên wê Koalîsyona Ereb û kesên li dijî berjewendiyên wê derdikevin bisekinin. "       

‘ÎXWAN EL-MISLIMÎN PENCEŞÊREK QIRÊJ E Û XENCERA TIRKIYÊ DI ZIKÊ GELAN DE YE’

Mucîb Meqterî destnîşan kir ku pêwîst e gelê Ereb jî projeya Osmaniya nû hişyar be û rêza xwe bike yek û wiha pê de çû: "Bi kurtahî, Îxwan El-Mislimîn penceşêreke qirêj A di gewdeya gelan de ye. Îro jî Tirkiye xencereke di zikê neteweya Ereb de ye. Divê gelê Ereb hedef û projeya Osmanî ya mêtîngeriya nû bizanin. Ji ber tu ferq û cudahî di navbera projeya wê û farisî de tune ye. Ev qeder û çarenûsa neteweya Ereb e ku bi carekê li hember van projeyan bisekine. Lê divê bi fermî gel yekitiya xwe çêkin da ku serkeftina erebî li hemberî projeyên mêtîngerî yên îxwanî pêk were."

 ‘GELÊ YEMENÊ SERÎ NATEWÎNE'

Mamosteyê beşê sosyolojiya siyasî yê li Yemenê Dr.Mehmûd Bekarî ji ANHA’yê re axivî û wiha got: "Ji ber şer û aloziyan li Yemenê ku ev 6 salin dewam dike, hin hêzên herêmî û navdewletî xwestin derfetê jê bigirin da ku plan û berjewendiyên xwe pêk bînin."

Bekarî da zanîn, ne pêkane ku xelkê Yemenê serî ji berjewendiyên tu aliyên re bitewîne an xwe radest bike. Her wiha destnîşan kir ku "Ya ku li Yemenê diqewime, mîna kesekî ku tersî şepêlê melevaniyê dike. Lewra divê aliyên bi nakok ên Yemenê pala xwe nedin aliyên derve yên ku ji bo berjewendiyên xwe mudaxle dikin. Divê hêzên herêmî û navdewletî jî li hesabên xwe vegere, ji ber gel xwediyê serweriya xwe ye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din