Xiyas Neîse: Gefên Tirkiyê xeternak in, divê gelê Sûriyê parastina welatê xwe bike

Siyasetmedarê sûrî Xiyas Neîse anî ziman ku gefên Tirkiyê yên niha cuda û xeternak in, lê belê ne nû ne, ji ber ku li pey hev xaka Sûriyê dagir dike. Her wiha jî hewl dide hebûna xwe bi rêya dagirkirna xaka Sûriyê bisepîne û tekez kir ku çi dijminatiyek li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dijminatiya li tevahî sûriyan e û serkeftina Rêveberiya Xweser serkeftina wan e û têkbirina wê jî têkbirina wan e.

Kesayet û partiyên li Sûriyê helwestên xwe der barê gefên Tirkiyê yên êrîşkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hişyarkirina ji berjewendiyên Tirkiyê li xaka Sûriyê de, aşkera dikin. Di vî warî de siyasetmedar Xiyaz Neîse ji ANHA’yê re axivî.

Neîse wiha dest bi axaftina xwe kir: "Gefên Tirkiyê yên vê dawiyê tevî ku ne nû ne, cuda û xeternak in. Gefên rejîma Erdogan ên bênavber bi armanca dagirkirina zêde ya xaka Sûriyê ne. Ji 2016’an ve rejîma Tirkiyê li pey hev xaka Sûriyê dagir dike û ya dawiyê jî dagirkirina Efrînê ye."

Têkildarî armancên Tirkiyê ji van gefan, siyasetmedarê sûrî wiha anî ziman: "Hedefên rejîma Tirkiyê li Sûriyê diyar in. Kî ji bilî vê dibîne bi xeyal e. Girîngtirîn hedefên Tirkiyê wiha ne; berfirehkirina hebûna leşkerî bi rêya dagirkirina mezin a xaka Sûriyê, lîstina bi nakokiyan berjewendiyên dewletên mezin û herêmî yên li welat aktîf in, bi wê re jî hewl dide bibe lîstikvanê sereke di çarenûsa nexşekirina pêşeroja de welat de. Li rexê jî li gel rejîma Erdogan, hedefên bingehîn ên dîtir hene ku têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û mafên wan ên pêkanîna çarenûs û îtîrafkirina bi mafên wan ên nîştimanî yên rewa ye."

Rejîma Erdogan di tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibîne ku nimûneyek balkêş a rasteqîn a demokratîk û biratiya gelên li herêmê û di Tirkiyê ye. Bi sedema dijminatiya şovenîzma li dijî gelê Kurd, dibîne ku Rêveberiya xweser dijmin e û divê bê hilweşandin.

Neîse axaftina xwe wiha domand: "Tişta ku gefên Erdogan ên dawîn dihêle xetertirîn be, çi dijminatiyeke berfireh an jî bi sînor be, bi armanca têkbirina modela Rêveberiya Xweser bi awayekî yekser e. Tişta ku vê xeteriyê nîşan dide, ew e ku komkirina rejîma Ergdoan a çeteyên xwe awayekî leşkerî ya yek, jê re armanceke bingehîn daniye û ew jî êrîşkirina li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha jî rejîma Erdogan li gor pêşbîniyên wî, li ser mijûlkirina Amerîka ya bi serhildana gelêrî ya li Iraqê ku gefan li hebûna Amerîkayê dixwe, rihneyan dike."

Neîse wiha da zanîn: "Tişta ku dixwazim balê bikişînim li ser ew e heke rûdanên di demên pêş de çi bi xwe re anî, divê bizanin ku  armanceke rejîma Tirkiyê heye û paşde venekişe û ew jî hilweşandina tecrûbeya Rêveberiya Xweser, avakirina guhartina demografiyê li gor wî û li ser hesabê dîroka gelê Kurd a li ser xaka wê ye. Tê wateya ku divê mer û şeta bingehîn bizain ku binkeftina dijminatiya Tirkiyê ya bigûman, piştdayîna bi xwe û nebaweriya bi soz û garantiyan e. Divê pişta xwe bidin gelê zana, rêxistinkirî û çekdar û bes. Da ku li hember vî dijminî û dijminên dîtir bisekinin. Ji ber çi siyaseteke serîtewandinê li beramber gefan, dê bi xwe re dawiyê bîne û mixabin jî dê encamên keraset pêk bîne."

Siyasetmedarê sûrî axaftina xwe wiha pê de bir: "Tê dîtin ku bi saya şoreşa gelê me ya rizgarkirina ji çewisandin, fersendbirîn û destpotiya ji sala 2011’an ve, tecrûbeya Rêveberiya Xweser derket holê. Lê tevî wê jî piranî element û hêman hebûn, jê jî destwerdanên hêzên herêmî, navdewletî û zêdekirina piştevaniya komên îslamî yên radîkal, bûn sedema paşvemayîna şoreşê li tevahî herêman, ji bilî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku nimûneyeke awerte ku tê de xewnên sûriyan ji azadî, wekhevî û edaletê pêk aniye û ew jî tecrûbeya Rêveberiya Xweser e. Ew nimûne jî ya pêşketî ya yekane li xaka Sûriyê ye ku îro bû nimûneya pêşeroja tevahî welat . Tê de ronahiya wekheviyê pêk hat û û bû nuqteya têkoşîna sûriyan a ji bo Sûriyeyeke nû ya demokratîk, yek, serbixwe û nenavendî."

Têkildarî piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re Neîse wiha axivî: "Helwesta me û ya piraniya têkoşerên demokrat û çepgirên Sûriyê, tevlêbûna tecrûbeya Rêveberiya Xweser û piştevaniya wê ye û mîna tecrûbeya xwe dibînin. Bi dilekî zelal dibînim ku dijminatiya li dijî Rêveberiya Xweser, dijminatiya li ser me tevan e, serkeftina wê serkeftina me ye û têkbirina wê jî têkbirina me ye.

Em bi sekneke cidî di heman xendeqê de bi şênî û gelên xwe yên li herêmên Rêveberiya Xweser re li hember gefên Erdogan û gefên dîtir, disekinin. Her wiha bang li tevan demokras û çepgirên Sûriyê dikin ku parastina xaka ronahiya welatê me, anku Rêveberiya Xweser bikin. Helwestgirtina îro, pîvana dirustbûna wan e û erkeke exlaq û siyasî ya tevahî sûriyan e.”

Siyasetmedarê sûrî Xiyas Neîse wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi parastina bi Rêveberiya Xweser re, parastina azadiya me tevahiyan e. Bi wê re jî weke şêniyên Sûriyê parastina hêviya dawîn a avakirina Sûriyeyeke nû berovajî destpot, fersendbirîn û dagirkeriyê dikin. Li dawiyê bang li tevahî sûriyan dikim ku: Ji bo azadiya xwe û azadiya me, tecrubeya Rêveberiya Xweser, biparêzin!"

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din