Xirabê Bodka û Kozka Îsmaîl şahidên berxwedana dijî hovîtiya Tirkiyê ne

Şopên gundên Xirabê Bodka û Kozka Îsmaîl şahidên hovîtiya artêşa Tirk a dagirker a li dijî şêniyan û berxwedana qehremantî ne. Her du gundan piştî komkujiya Elqemişî nehişt komkujiyên dîtir dubare bibin.

Di dîrokê de gelê Kurd bi destê dewleta Tirk di gelek komkujî û qirkirinê re derbas bûn. Ji fermana Sultan Abdulhemîd a li dijî Kurdan û komkujiya Dêrsimê ku di encamê de zêdetirî 40 hezar şênî di 1937’an û 1938’an de bûn qurbanî heta bi komkujiya Elqemişî ya 1926’an.

Siyaseta ku Osmaniyan pêk aniye, Kemal Ataturk jî temam kiriye, Erdogan niha berdewam dike. Da ku gelê Kurd bitirsîne û daxwaza mafên xwe neke. Mîna van qirkirinan di dîroka mirovahiyê de pêk nehatiye.

Ji komkujiyên li ser gelê Kurd, komkujiya Elqemişî ya li Bakurê Kurdistanê ya 1926’an e, di encamê de zêdetirî hezar kes bûn qurbanî. Leşkerên dewleta Tirk şênî di gund de dorpêç kirin û şênî bi hinceta beşdariya wan a di şoreşa Şêx Seîd a 1925’an de, şewitandin. Lê tenê 17 kes ji wê komkujiyê rizgar bûn, berê xwe da Rojava, ji wan şêniyên eşîra Bodka ye.

EŞÎRA BODKA KÎ YE

Li gorî Sebrî Elî Ehmed ê rûspiyê eşîra Dil Mamka (Mezintirîn û kevntirîn eşîrên Kurd li  wîlayeta Mêrdîn û Batmanê ya Bakurê Kurdistanê ye), eşîra Bodka yek ji baskên eşîra Ereb ên herêma Kermoran a Bakurê Kurdistanê ye û ji ber metirsiya komkujiyan ji gundên Serêkaniyê û Elqemişî yên Bakurê Kurdistanê berê xwe da Rojava.

Ferdên eşîra Bodka gundê xwe li ser keviyên çemê Cereh ê 18 km dikve bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê ava kir û li gund bi navê eşîra Bodka jiyan. Lê piştî ku leşkerên Tirk zanî ku ew rizgar bûne, derbasî Rojava bûn û topavêjên xwe li ser girê gundê Dêrna Qulinga danîn û şêniyên eşîra Bodka topbaran kirin.

Eşîreyê berê xwe da Îsa Umer ê li gundê Meişûq, bi wê re leşkerên Tirk gundê Meişûq topbaran kir. Di wê demê de rûspiyên eşîra Bodka Îsmaîl Hesê û Umer Hesê berê şer ji gundê bir rojhilatê wê û li wir berxwedaneke mezin di navbera wan û leşkerên Tirk de çêbû.

Sebrî Elî Ehmed wiha got: "Îsmaîl û Umer li hember artêşa Tirk a ku li piştî çemê Dêrna Qulingan bi cih bûye, li ber xwe da. Lê piştî cebilxaneya wan nema, xweşka wan bi navê Sarî tevî ku artêşa Tirk wê direşand, cebilxane gihand birayên xwe."

Piştî cebilxane kete destê Îsmaîl Hesê û Umer Hesê, bi alîkariya şêniyên gundê Meişûqê artêşa Tirk têk birin û heta bi sînorê Bakurê Kurdistanê dan pey wan.

Li gorî Elî Ehmed, dewleta Tirk biryareke efûyê li hember eşîra Bodka da, ku divê ew vegerin Bakurê Kurdistanê. Bi wê re jî li pey xwe bermahiyên gundên xwe yên bi navê Xirabê Bodka û cihê berxwedanê bi navê Kozka Îsmaîl li rojhilatê gundê Meişûq hiştin. Ew her du herêmê hê jî bermahiyên li ser nîşaneyên hovîtiya artêşa Tirk û berxwedana şêniyên herêmê li dijî dagirkeriyê, ye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din