‘Xilasiya Kurdan û parastina destkeftiyan di banga Ocalan de pêkan e’

Endamê Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Ridwan Agirî got: "Gelê Kurd yek e, lê di navbera partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî de nakokî hene. Xeleka xelasî û parastina destkeftiyên ku bi xwîna cangoriyên azadiyê hatine qezenckirin, di bicihanîna banga Rêber Ocalan de pêkan e."

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze şer di navbera Kurdan de derbixe. Lewma jî hêzên PDK’ê şandin herêma Zînî Wertê ya başûrê Kurdistanê. Di hemwext de, di 27’ê Nîsanê de Rêber Abdullah Ocalan bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Rêber Ocalan banga yekîtiya di navbera Kurdan de kir û diyar kir ku divê aliyên Kurd bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Li ser girîngiya peyama Rêber Abdullah Ocalan endamê Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Ridwan Agirî ji ANHA‘yê re axivî.

Ridwan Agirî di destpêka axaftina xwe de got: “Gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û peyama Rêber Abdullah Ocalan xeleka rizgarkirina tevahî hêzên Kurd e.  Bersivdayîna peyama Ocalan dê bandoreke erênî li gelê Kurd ê li tevahî Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike. Ji ber ku Rêbertî pêşeng e û li gelemperiya Kurdistanê xwedî bandor e. Lewra dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser  wî ferz kiriye da ku planên Tirkiyê eşkere neke û têk nebe."

Agirî destnîşan kir ku ne cara yekemîn e ku Rêber Ocalan banga yekîtiyê li Kurdan dike û got: "Rêbertî di peyama xwe ya dawî de bal kişand ser peyaman sala 1982‘an a di navbera PKK û Barzanî de. Ku ji bendên wê nakokiyên siyasî nebin sedema şerê birakujiyê, her wiha banga girîngiya çareserkirina hemû nakokî û pirsgirêkan bi rêya diyalogan dike."

Ridwan Agirî diyar kir ku her çendî gelê Kurd bi nêrînên xwe yên siyasî cûda be lê di netewbûn û welatparêziyê de yek in, xwedî giyanekî netewî ye ku li kijan parçeyê bin hevdû biparêzin.

Agirî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şoreşa Rojava delîlê herî ber bi çav ê  giyanê niştimanî ye. Xort û keçên Kurd ji tevahî parçeyên Kurdistanê, di şerê li dijî DAIŞ’ê de destek dan xwişk û birayên xwe. Bi sedan ji bo parastina xelkê xwe yên li Rojava û Sûriyê şehîd bûn. Lewra nakokî di navbera partî û rêxistinên siyasî de heye. Ji ber vê yekê divê nakokiyên xwe çareser bikin bikin ku bighêjin nêrîneke hevpar li hemberî planên ku hebûna gelê Kurd û destkeftiyên wê dikin hedef."

ANHA


Mijarên Din