Xezîneya Amerîkî niyet dike cezayan li Tikriyê ferz bike

Wezareta Xezîneya Amerîkî got ji ber binpêkirinên Tikriyê ji mafên mirovan û kirinên ku ewlehiya herêmê dihejîne ew niyet dike cezayan li Tikriyê ferz bike.

Wezareta Xezîneya Amerîkî îro li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û got: "LI ser êrîşa leşkerî ya Tirkiyê ya domdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Serokê amerîkî Donald Trump niyet dike biryarek ji bo rawestandina êrîşek Tirkiyê yek zêde li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îmze bike. Di nav de hedefgirtina bêserûber a sivîlan, hedefgirtina binesaziya bajarî, hedefgirtina kêmneteweyên nijadî yan jî olî û girtekên din ên ku tevgerên têkoşîna li dijî terorê yên domdar ên ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve qels dike."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wezîrê xezîneyê bi şêwirmendiya serok û wezîrê derve kesayet, hêz di hikumeta Tirkiyê  de yên ku destê wan di binpêkirinê mafên mirovan de yan jî girtekên ku dibin sedema paşketina aştiyê û ewlehiyê diyar bikin.

Wezîrê Xezîneyê Stephen Mnuchin got: "Bi nêrîna serok Trump em ê kes yan jî rêveberiyên tirkî diyar li gorî pêwîstiyan bike hedef. Ev jî ji bankan û aliyên din re hişyarî ye ji bo ku girtekên muhtemel bizanibin."

(şx)

 


Mijarên Din